Dewleta ku daristanên Kurdan talan dike, li ser înternetê jî daran difroşe
Dewleta Tirk a ku daristanên Bakurê Kurdistanê talan dike, vê carê jî li ser înternetê dar û êzingan difiroşe.
Dewleta Tirk a ku daristanên Bakurê Kurdistanê talan dike, vê carê jî li ser înternetê dar û êzingan difiroşe.
Zêdetirî 2 sal in li herêma Besta ya Şirnexê û Çiyayên Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya hêzên dewleta dagirker de qadên daristanî tên talankirin.
Bi taybet li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qurteka Pêşya, Girêdeyince, Şêrevan, Xirtkbestê û Navyan ên herêma Besta, dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn.
Dewletê li dora van darên ku talan kiriye jî, deriye rantê çêkir. Dar li ser torên medyayên dîjîtal û înternetê ji bo firotinê hatin parvekirin.
Darên berûyên ku li Çiyayê Cûdî û Herêma Besta hatine birîn, li ser rûpela Facebookê ya bi sernavê "LI ŞIRNEXÊ JI DESTÊ DUYEM DIFIROŞIM" dest bi firotinê hat kirin.
Kesê bi navê Memo Can wêneyê qamyoneke tijî dar, bi nivîsa "Darê firotinê, dara berûyê, sewqiyata her derê, sewqiyata bi hezar û 150 TL aîdî we ye" parve kir.
Hat diyarkirin ku gelek kesên bi vî rengî di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de darên birîne belav dikin û daran difiroşin gelek bajaran.