Li Denîzliyê li hemberî malbateke Kurd êrîşeke nîjadperest pêk hat

Li Pamûkkaleya Denîzliyê malbateke Kurd rastî êrîşa nijadperest hat. Polîsan li şûna destwerdanê, êrîşî malbatê kirin. Nîjadperestê ku gefa kuştinê xwar, serbest hat berdan.

Hate ragihandin ku malbateke Kurd a li Taxa Încîlîpinar a navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê dijî rastî êrîşê hatiye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, serê sibê saet di 07.30’an de kesê bi navê Hasan Akin hat pêşiya mala malbateke Kurd û êrîş kir. Êrîşkar Akin bi dasa di destê xwe de hat û bi gotina; “Kurd li vê taxê çi dikin, ez ê te bikujim” dijûn û heqaret li ferdên malbatê kir û camên malê şikandin.

Akın gazî 2 hevalên xwe kir û xwest bi dasê derî bişkîne û bikeve hundir.

POLÎSAN ÊRÎŞÎ MALBATÊ KIR

Endamên malbatê bertek nîşanî 3 êrîşkarên nîjadperest dan. Polîsên Tirk bi gaza îsotê êrîşî endamên malbatê kirin û li 2 jinan xistin. 3 êrîşkar û 3 kes ji malbatê destgîr kirin. Endamên malbatê ku birin emniyetê li odeya çavdêriyê ragirtin û êrîşkar jî li baxçeyê emniyetê hatin ragirtin.

POLÎS: KURDBÛNÊ NEXE NAV MESELEYÊ

 Malbatên ku piştre îfadeyên wan hatin girtin, diyar kirin ku rastî êrîşên nîjadperest hatine û ev yek jî di dîmenan de heye, polîsan jî gotin, “Kurdbûnê nexin nav meseleyê, çi eleqeya wê heye.” Polîsan îfadeyên êrîşa nîjadperest a endamên malbatê tomar nekir.

Piştî îfadeyan malbata Kurd ku rastî êrîşê hatibûn û êrîşkar hatin berdan.

Balkêş bû ku dema êrîşkar bi dasê dijûn û heqaretan dikir, kesên ku derbas dibûn mudaxele nekirin.