MLKP’ê salvegera Şoreşa Rojava silav kir

MLKP Kurdistan salvegera Şoreşa Rojava silav kir û got “Em bang dikin ku em li dora Şoreşa Rojava bibin xelek.”

Partiya Marksîst Lenînîst û Komunîst (MLKP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Şoreşa Rojava li hemberî mêtingeriya li ser Kurdistanê li ser navê gel û ji bo gel hate kirin.

Jin di hemû astan de tên temsîlkirin, artêşa jinan hate avakirin, tifaqa gelê Kurd û Ereban bi ser ket, artêşa gel hate avakirin. Ev tişt ji bo şoreşa me destkeftiyên sereke ne. Parastina destkeftiyên şoreşa me ya gelan jî bi perspektîfeke li ser sosyalîzmê dikare pêk were. Divê hemû meclîs, komun û alavên rêvebiriyê rola xwe bi cih bînin û bi vî awayî em dikarin li hemberî burokratîzmê têbikoşin.

A niha jî li ser şoreşa me gefên dagirkeriyê heye. Divê gelê me bi hemû hêza xwe di nav vê parastinê de cih bigire. Em ê jî îlhamê ji berxwedana gerîlayan bistînin û mêtingeriyê ji ser axa xwe biavêjin.

Her çar parçeyên Kurdistanê di serî de em bang li hemû gelên li Tirkiye, Sûriye, Irak, Îran û bang li hemû mirovên xwedî rûmet dikin ku li dora Şoreşa Rojava bibin xeleq, têkoşîna şoreşger li her qadê geş bikin û di heman demê de tevlî çeperên Şoreşa Rojava bibin.”