Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 89’emîn de li ber Dadgeha Îzmîrê berdewam kir. Malbatan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Hanim Sever a ku kurê wê Medet Sever li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye û nexweş e da zanîn ku girtiyan ji malbatên wan dibin girtîgehên dûr û malbat nikarin biçin zarokên xwe bibînin.
Sever anî ziman ku girtiyên cezayê wan qediyaye nayên berdan û lewma ew ji bo girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan edaletê dixwazin û naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Sever da zanîn ku ji ber zarokên wan Kurd in ev ceza li wan tên birîn û Kurd ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê tên girtin.