Di Festîvala Evvel a Tîrmehê de 24 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk bi hinceta posterên Îbrahîm Kaypakkaya ku li standa Festîvala Kevneşopî ya Evvel a Tîrmehê hatiye vekirin, 24 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk bi hinceta posterên Îbrahîm Kaypakkaya ku li standa Festîvala Kevneşopî ya Evvel a Tîrmehê hatiye vekirin, 24 kes destgîr kirin.
Li Hatayê standa bi wesîleya Festîvala Kevneşopî ya Evvel a Tîrmehê, bi pêşengtiya Komeleya Pêşvebirin Samandagê û Komeleya Hevkarîve hate danîn.
Polîsan bi hinceta ku li standê posterê şoreşgerê salên 70’î Îbrahîm Kaypakkaya hatibûn vekirin êrişî çalakvanan kirin.
Di êrîşê de 24 kes hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyeta Samandagê.