Bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê: DAÎŞ xwe ji nû ve birêxistin dike, dewlet bêdeng e

Li Enqereyê di bîranîna 104 qurbaniyên Komkujiya Gar a Trenê de hate ragihandin ku dewlet li hemberî birêxistinbûna DAÎŞ'ê ya li Tirkiyeyê bêdeng maye.

Li Gar a Trenê ya Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de di encama êrîşa DAÎŞ'ê ya bi piştgiriya dewletê de ku li hemberî mîtînga aştiyê hate kirin, 104 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di meha 81'emîn a komkujiyê de endamên Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê li ber Gar a Trenê li hev civiyan û pankarta ji wêneyên qurbaniyan hildan.

Piştre saet di 10:04 dema pêkhatiya komkujiyê deqeyek rêz hate girtin û dirûşmên "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin", "Na ji şer re, aştî aniha", "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî" hatin qîrîn.

Ji rêveberiya komeleyê Îshak Kocabiyik daxuyanî da û anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe li Tirkiyeyê ji nû ve bi rêxistin dikin û got, "Wêneyên dest bi çek, rûpêçandî weşandin. Dewleta ku heta bêhnokê parvekirinên me yên li medya dîjîtal dişopîne, li hemberî rêxistinbûna DAÎŞ'ê ya li Tirkiyeyê bêdeng dimîne. Bi tesadûfî bikevin destê wan jî piştî çend rojan berdidin."

Kocabiyik destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin û got, "Eger aştî wê bê ew ê bi têkoşîna me bê. Ji Amedê heta Pirsûsê em ê êşên xwe bikin yek û dest ji têkoşînê bernedin."

Ji Rêxistinên Ciwanan Zeynep Ulger jî ji bo bîranîna Komkujiya Pirsûsê banga tevlîbûnê kir. Ulgen got, "Em bang li her kesî dikin ku 20'ê Tîrmehê saet di 18:00 de li Guvenparkê bibêjin 'Edalet ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî'."