ROJANE
Hemû Nûçe
-
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar cardin hatin hilbijartin
Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo Hevserokatiyê careke din hatin hilbijartin. -
Li Edeneyê dema destgîrkirina 37 kesan 4 rojên din hat dirêjkirin
Dema destgîrkirina 37 kesên ku di 27'ê Hezîranê de li Edeneyê di operasyonên li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de hatibûn destgîrkirin 4 rojên din hat dirêjkirin. -
Ji gelek deverên cîhanê ji bo HDP'ê peyama piştgiriyê hat dayîn
Ji bo kongreya HDP'ê ya li Enqereyê pêk tê ji gelek deverên cîhanê bi taybet ji Ewropayê peyamên piştgiriyê hatin dayîn. -
Endamên nû ya Meclîsa Partiyê ya HDP’ê hatin diyarkirin
Endamên Meclîsa Partiyê, Komîteya Dîsiplîna Navendî û Komîteya Lihevhatinê hatin diyarkirin. -
Desteya Şêwirmendiyê ya HDP'ê hat diyarkirin
Desteya Şêwirmendiyê ya HDP'ê ya ji 43 akademîsyen, nivîskar, rojnamevan, şanoger û civaknasan pêk tê, hat eşkerakirin. -
Sancar: Dem dema avakirinê ye
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya HDP’ê de axivî û diyar kir ku berxwedan û avakirin armancên HDP’ê yên ji hev nayên cudakirin e û got, “Dem dema avakirinê ye.” -
KBDH'ê li Amedê çalakiya daliqandina pankartan lidar xist
Milîsên Zeynep Kinaci yên KBDH'ê, li Amedê bi armanca bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê di çalakiya fedayî ya li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû, pankart daliqand. -
Bûldan: Roja me nêz e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldana di kongreyê de axivî û diyar kir ku ew li ber guherîneke mezin in. -
Li Kongreya HDP'ê peyamên girtiyan
Li Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn a HDP'ê ku li Enqereyê pêk tê, peyamên siyasetmedarên girtî hatin xwendin. -
Kongreya HDP'ê bi beşdariya bi deh hezaran kesî destpê kir
Kongreya Mezin a 5'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê bi beşdariya bi deh hezaran kesî destpê kir. -
Kongreya HDP'ê: Bi deh hezaran kes li Enqereyê li hev civiyan
Bi deh hezaran kesên ji gelek bajaran bi rê ketin, ji bo tevlî Kongreya Mezin a Asayî ya 5'emîn a HDP'ê bibin li Enqereyê gihîştin hev. -
ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
HDK’ê banga rûbirûbûna bi Madimakê re kir
Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK’ê, di salvegera 29’emîn a Qetilama Sêwazê de yên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û ji bo azadî û demokrasiyê banga aşkera kirina qetilamê û rûbirûbûna pê re kir. -
Milîsên KBDH’ê Dem Dema Zîlanbûyînê ye!
Milîsên KBDH’ê, Zîlan bi bîr anî û banga tevlêbûna refên xwe li jinên kedkar kir. -
‘Bila girtiyên nexweş bên berdan‘
Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş çalakî tê lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin. -
Bi hezaran kesan şehîdên Sêwasê bi bîr anîn
Bi hezaran kesan şehîdên Qetilama Sêwasê bi bîr anîn. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cûma Erçeyê di bibîranînê de axivî, wiha got: “Heta edalet pêk bê em e werin cem hev û têbikoşin.” -
Li dijî Komkujiya Sêwasê milîsên HBDH'ê çalakî li dar xistin
Milîsên Mûhlîs Akarsu yên HBDH’ê bi armanca tola Komkujiya Sêwasê werbigirin li dijî polîs û notirvanên Tirk çalakiyek li dar xist. -
Têkoşîna malbata Şenyaşar didome
Malbata Şenyaşar ku ji bo edeletê têdikoşin got, “4 sal derbas bûn lê hîn êşa me sivik nebûye. Bila êdî edalet were bicîhanîn.” -
Di sala 2021’an de ji ber êşkenceyê 984 kesan serî li TÎHV’ê dane
Li gorî rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîsyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2021’an de ji ber êşkence û miameleya xerab 984 kesan serî li saziya wan dane. -
Li Osmaniyeyê leşker û nijadperestan êrîşî penaberan kirin
Li Osmaniyeyê leşker û nijadperestan êrîş bir bi ser komek penaberên ji ber şert û mercên xerab ji Kampa Penaberan a Demkî reviyabûn. -
HBDH: Em ê hesabê komkujiya Sêwasê bipirsin
Komîteya Rêveber a HBDH'ê, kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, "Em ê dewleta kujer hilweşînin û hesabê komkujiyê bipirsin." -
‘Yên wê rojê Madimak dorpêç kiribûn îro welat dorpêç kirine’
Sekreterê Giştî yê PSAKD’ê Kaplan gotina Pîr Sûltan Abdal a “Di pergala têkçûyî de çerxa saxlem tune” bi bîr xist û got ku zivirîna wê çerxê didome. Kaplan got “Yên wê rojê Madimak dorpêç kiribûn îro welat dorpêç kirine. Em ê teqez vê tarîtiyê têk bibin." -
Erbaş: HDP ji bo gelan hêvî ye
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş diyar kir ku HDP navnîşana çareseriyê, hêviyê ye û HDP di heman demê de îradeya avaker e. -
ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rewşenbîrên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
Bi pêşengiya Platforma 12’ê Adarê ya Stenbolê, kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan li Gazî Cemeviyê hatin bibîranîn.