Îro serkreterê berê yê Hizba Şûî ya Kurdistan û Iraqê mamoste Kerîm Ehmed di temenê xwe yê 100 salî de wefat kir.
Bi vê wesîleyê KNK’ê peyameke weşand ku têde sersaxî ji gelê Kurd, xizm, hevrê, dost û malbata mamoste Kerîm Ehmed re xwest.
Di peyama KNK’ê de bal hatiye kişnadin li ser têkoşîna mamoste Kerîm Ehmed û hatiye gotin, “Memoste Kerîm Ehmed wek rêber û pêşengek ê Hizba Şûî ya Kurdistan û Iraqê heta nefesa xwe ya dawî ya jiyanê ji bo azadî, demokrasî û edaletê ya ji bo gelên Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê di nava têkoşînê de bûye.”
Di dewama daxuyaniyê de wefata kesayetiyek wek mamoste Kerîm Ehmed ji bo tevgera azadiya Kurdistanê bi taybetî di pêvajoyeke wiha hestyar de ku Kurdistan û herêm di nava krîz û dagirkeriyên cur bi cur re derbas dibe, wek zirareke mezin tê pênasekirin.
KNK’ê di dawiyê de sersaxiyê ji gelê Kurd, xizm, malbat, dost û hevrêyên mamoste Kerîm Ehmed re dixwaze û ev hêviya xwe tîne ziman; “Hêvîdarin ku rêya mamoste Kerîm Ehmed ji bo azadî, demokrasî û jiyaneke hêja ya ji bo gelê Kurdistanê re her tim tije rêvî be.”