ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li ser salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê axivî û got, "14'ê Tîrmehê ruhê serketinê ye, rabûna li ber desthilatdarî, koledarî û xiyanetê ye."

- Eşîra Al Tûhafiayn ragihand ku dewleta Tirk ji bo xerakirina aramiya Sûriyeyê serî li her rê û rêbazê dide û destnîşan kir ku ew ê li ber dagirkeriyê rabin û bi QSD'ê re bin.

- Elmanya bi fikar e ku piştî karê lênihêrînê yê salane yê li Xeta 1'ê ya Herikîna Bakur, gaz bi temamî bê birîn.

- Di nava goşt, şîr û xwîna heywanên çîftlîkê de mîkroplastîk hatin tespîtkirin, lê belê bandora wê ya li ser tenduristiya mirovan nayê zanîn.