Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn: Li dijî faşîzmê timî berxwedan

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê li dijî êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirin, li gelek bajaran hatin bîranîn û peyam hat dayîn ku têkoşîna li girtîgehan hê jî didome.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê li dijî êşkenceya dijmirovî dest bi rojiya mirinê kirin, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakî û merasîman hatin bibîranîn.

ÇEWLIK

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Çewlikê panela bi navê “Berxwedan Jiyane” lidar xist. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Parêzer Yusuf Çakas û endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îsmaîl Kino û Mûstafa Mesût Tekîk wek axafvan tevlî panelê bûn.

Endamê PM’ê yê DBP’ê Îsmaîl Kino diyar kir ku Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê weke qada pîlotê hatiye hilbijartin û got, tiştên li girtîgehê qewimîn ji polîtîkayên li Kurdistanê tên meşandin ne serbixwe ye. Kîno ragihand, “Armanca sereke ew bû ku ji dozê poşman bikin û wê bixin rewşeke wisa ya mirov jê şerm bike.”

Endamê PM’ê yê DBP’ê Mûstafa Mesût Tekîk jî diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bersivek li dijî Darbeya 12’ê Îlonê bû û got, “Ev pêvajo bi Mazlûm destpê kir û bi 4’an dewam kir.” Tekîk wiha pêde çû, “Dewleta Tirk di sala 1926’an de Zîlan, di sala 1938’an de Dêrsim û piştre jî bi awayên cuda pêkanînên xwe yên faşîst ên li hemberî Kurdan domand.”

Axaftvanê din ê panelê parêzer Yusuf Çakas jî got, “Eger em îro li vir in, sedema vê jî berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Divê êdî berxwedana 14’ê Tîrmehê li girtîgehan sînordar nemîne. Ji bo vê jî divê her kes bi berpirsyarî rabe û vê berpirsyariyê mezin bike.”

ÊLIH

Li Sendîkaya Petrol Îş a Êlihê ji aliyê DBP û Hewildana 78’an ve panelek hat lidarxistin. Wekîlê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endama PM’ê ya DBP’ê Nûrten Ûzûmcû, Rêxistina HDP’ê ya Êlihê û gelek kes tevlî panelê bûn.

Ji Hewildana 78’an Şehmûz Dokû diyar kir ku zext, çewisandin û êşkenceya wê rojê îro bi awayekî din dewam dike û got, divê berxwedana li dijî faşîzmê bê mezinkirin û ji bo vê jî divê timî di nava berxwedaneke bênavber de bin.

Yek ji girtiyên wê demê rastî êşkenceyê hat Yaşar Kirca jî wiha got: “Em ji hejmara 5’an re çi bêjin jî wê kêm bimîne. Di teoriyê de pir tişt tune bû, lê ji partiyê re dilsoziyek mezin hebû. Heta îro berdêlên mezin hatin dayîn, gelek xwîn hat rijandin.”

ADIYAMAN

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Adiyemanê li avahiyên partiyê panelek lidar xist. Di panela bi moderatoriya Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navend a Adiyemanê Yeşîm Camcî hat lidarxistin de, piştî sînevîzyona ku li ser berxwedana Rojiya Mirinê hatibû amadekirin axaftvanan mafê axaftinê girtin.

DÎLOK

Di pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Dîlokê û Hewildana 78’an a Dîlokê de panelek hat lidarxistin. Endamên Hewildana 78’an a Dîlokê Mûstafa Denktaş, Muslum Erîklî û Mûstafa Kaplan, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Denîz Yildiz û gelek endamên partiyê tevlî panela ku li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Dîlokê hat lidarxistin bûn.

Yildiz li vir axivî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hevrêyên ku berxwedaniya 14’ê Tîrmehê pêk anîn, ber dan têkoşîna me û rêya me ronî kirin, emê her tim wana di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û îdealên wan bi cîh bînin. Em berxwedana lehengên gelên xwe bi rêzdarî silav dikin.” Panel piştî axaftina beşdaran bi dawî bû.

STENBOL

HDP, TJA, Federasyona Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Piştevaniya Hiqûqê (TUHAD-FED), Hewildana 78’an li navçeyên Sûltanbeylî, Esenler û Bagcilarê yên Stenbolê bi dirûşmeya “Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê ber bi azadiyê ve dimeşin” panelek lidar xist. Ji Hewildana 78’an Celalettîn Can tevlî panela ku li avahiya HDP’ê ya navçeya Esenlerê hat lidarxistin bû.

Berdevkê Hewildana 78’an Celalettîn Can di axaftina xwe de got, “Li Tirkiyeyê me nêzî 50 akademîsyen îqna kirin. Em bi van 50 kesan re çûn Amedê û me daxuyanî da. Paşê me di nav xwe de nîqaş kir. Me got divê li ser navê lêpirsîna Girtîgeha Amedê ‘Komîsyona Heqîqetê’ bê avakirin. Piştre me dest bi karê xwe kir. Akademîsyen bi me re çûn derve û gelek cihên din. Pir sîstematîk dixebitîn. Aliyekî vî karî yê wisa baş çêbû. Gelekan tevgera Kurd weke parçeker didîtin. Gelek kes ji van hevdîtinan bandor bûn û wan ji min bêtir dest bi parastina tevgera Kurd kirin.”

Can bibîr xist ku kesên ketine Girtîgeha Amedê gotin, “Zindana Amedê nayê vegotin, tê jiyîn” û wiha got: “Dema ku me êşkenceyên li wan hatin kirin dîtin, me bi awayeke dehşet fêm kir ku ev hevoka ‘tê jiyîn nayê vegotin’ pir kûr e. Yên di girtîgehê de jî nizanîbûn ku di çi re derbas dibin. Tecrîdeke wisa xirab li ser wan hebû. Em hîn bûn ku li 10 girtîgehan 100 cureyên êşkenceyê hene. Derfeta me nebû ku em bi hemû hevalan re biaxivin, lê me dît ku li girtîgehan 70 cure êşkence tên kirin.”

Di panela ku li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê ya Sûltanbeyliyê hat lidarxistin de gelek kes, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên HDP, DBP, TJA, TUHAD-FED û Hewildana 78’an jî amade bûn. Nûrettîn Adamîş ê ku cezayê muebetê lê hat birîn û piştî 30 salan ji girtîgehê derket û Li ser navê TUHAD-FED’ê Vedîha Gunay tevlî panelê bûn.

Vedîha Gunay diyar kir ku ew kesên di 14’ê Tîrmehê û piştî 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û têkoşîna wan silav dikin. Gunay her wiha banga xwedîderketina li çalakiya protestoyî ya dayikan ku her Pêncşemê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ji bo girtiyan lidar dixin kir.

Nûrettîn Adamiş anî ziman ku 14’ê Tîrmehê ne tenê berê ye û got, “Di heman demê de hêviyeke ku divê her roj bê jiyîn.” Adamiş, ragihand ku 14’ê Tîrmehê pir hatiye nivîsandin û xêzkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hişê civakê ye. Dema ku ew hişmendî nebe wê civak biqede. Ji ber vê yekê jî wê her timî were vegotin û veguheztin. Weke ku me kêliyek beriya niha jî diyar kir, ruhek e ku her kesê ku dixwaze azad bibe, divê di nav de bijî.”

Nivîskar Firat Can ku demeke dirêj di girtîgehê de ma û Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Erkan Tepelî beşdarî panela ku li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Esenlerê hat lidarxistin bûn.

Can di panelê de axivî û diyar kir ku girtiyên li girtîgehê ji ber fikir û armanca xwe di girtîgehê de tên girtin. Can anî ziman ku ew ji ber fikariyeke ferdî û dozeke edlî ne di girtîgehê de ne û wiha pêde çû, “Ev fikir û armancan ne tenê ji bo malbatên xwe, ji bo hemû Kurdan jî dihewînin. Ji ber vê yekê divê em xwedî li wana derkevin.”

EDENE

Ciwanên Edeneyê bi boneya 40’emîn salvegera berxwedana li dijî êşkenceya dijmirovî ya sala 1982’an a li Girtîgeha hejmar 5’an a Amedê li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Li ser dîwarên Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê nivîsên “Ruhê 14’ê Tîrmehê li Avaşînê dijî”, “Em hêza ciwan ê silavê Kemalê Laz in”, “Berxwedana 14’ê Tîrmehê” û “Berxwedan jiyan e” hatin nivîsandin.