Polîsan êrîşî dayikên girtiyan kir: 5 kes hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî dayikên di Nobeta Edaletê de kir û 5 destgîr kir.

Xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatine betalkirin li pêşiya Edliyeya Stenbolê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Ev çalakî di hefteya 17’an de didome. Cemîle Çîftçî ya ku birayê wê girtiyê nexweş Selîm Çîftçî Girtîgeha Tîpa L a Umraniyeyê de ye, Qumrî Akgul a ku birayê wê Erdal Ozel di Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Tekîrdagê de di hucreya yekkesî de ye û Dayika Aştiyê Zeynep Callihan a ku du keçên wê di girtîgehê de ye, tevlî Nobeda Edaletê bûn.

Hate diyarkirin ji ber ku polîsan şîddet li wê kiriye Fincê Akman a ku kurê wê Yakûp Akman di Girtîgeha Tîpa F a Nirmeya 3’an a Sîncanê de ye, bêhal ketiye û nekariye tevlî nobetê bibe. Nûnerên rêxistinên HDP’ê yên Kagithane û Eyubê jî piştgirî dan xizmên girtiyan.

Dema ku xizmên girtiyan hatin pêşiya edliyeyê polîsan biryara qedexekirinê ya kaymakamtiya Kagithaneyê wekî hincet nîşan da û xizmên girtiyan asteng kir. Xizmên girtiyan gotin “Dinya nabîne ku çawa êşkence li 3 jinan tê kirin”. Polîsan dora xizmên girtiyan girt û Cemîle Çîftçî, Qumrî Akgul, Zeynep Calihan û 2 kesên ji bo piştgiriyê hatibûn, destgîr kirin. Dema xizmên girtiyan hatin destgîrkirin, sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin.