Rewşenbîrên Kurd: Divê Swêd, Fînlandiya û NATO nebin hevkarên şerxwazan

Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin ku bila di doza Kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê.

Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 28.06.2022’an de li Madrîdê ya ku paytexta Îspanyayê ye, bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê NATO, rayedarên hikumetên Swêd û Fînlandiyayê li gel rayedarên dewleta Tirk kom bûn û peymanek îmze kirin. Mixabin nûnerên dewletên ku bi demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan têne naskirin, bi kesekî diktator, şerxwaz û destbixwîn re, bi kesekî weke Recep Tayîp Erdogan re rûniştin û destê wî girtin.

Ev peyman ji deh xalan pêk tê. Dema ku mirov li naveroka vê peymanê dinêre, dibîne ku ev peyman bi temamî lî dijî gelê Kurd û deskeftiyên gelê Kurd hatiye nivîsandin û meşruiyetê dide rejîmeke totaliter.

Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, çi zirar nedaye NATO, Swêd û Fînlandiyayê. Bervajî wê di şerê dijê DAIŞ’ê û tundrewên wek wê de, hêzên Kurdistanî berjewendiyên van welatan jî di nav de, berjewendiyên cîhana demokratîk û mirovatiyê, bi berdêlek gelek mezin parastin. Nûnerên gelê Kurd li Madrîdê nebûn û di van hevdîtinan de Kurd ne teref bûn. Lê mixabin li ser qedera Kurdan bi Erdogan re bazar hatin kirin û li dijî Kurdan biryar hatin standin û peyman hatin çêkirin. Li vê derê em dixwazin bipirsin; gelo ev helwest çiqas li gor hêmanên ehlaqî ye û wijdanî ye? Gelek kes dema diaxivin, dibêjin em metirsiyên dewleta Tirk yên ewlekariyê di cî de dibînin. Gelê Kurd ku di bin êrîşên dewleta Tirk de ye û bi qirkirinê re rû bi rûye, çima hûn metirsiyên gelê Kurd jî berbiçav nagirin û vê rastiyê jî nabînin?

Li ser vê peymanê helwesta me ev e:

  • Heqê çi sazî, dewlet û kesan nîne, bêyî ku ji Kurdan bipirsin li ser Kurdan peymanan çêkin û rêxistinên Kurdistanî mehkûm bikin.
  • Ev peyman rê li lêgerînên aştî û diyalogê digire, rê li ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk vedike û destê şerxwazan xurt dike.
  • PKK ne rêxistineke terorîst e, ew li gor peymanên navneteweyî mafên gelê Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelên Kurdistanê têdikoşe.
  • PYD û YPG, di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkarê Koolîsyona Navneteweyî ne û di vî şerî de berdêlên giran dane.  PYD û YPG li dijî dewleta Tirkiyeyê ne tehdîd in. Heyîna Rêveberiya Xwser ya Bakur û Rojhilata Suriyeyê, di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û hêzên tundrew de, pêwîst e weke garantiyekê were nirxandin.
  • Ji ber zext û êşkenceyên dewleta Tirk, gelek siyasetvanên Kurd mecbûr mane derkevin derveyî welat. Nabe siyasetvanên Kurd û penaberên siyasî, radestî rejîma Erdogan bêne kirin.

Em kesên nav û îmzeyên wan li jêr in, bang li berpirsiyarên  NATO, Swêd û Fînlandiyayê dikin ku helwesta xwe li ber çavan re derbaz bikin, nebin hevkarên şerxwaz û zaliman, di doza Kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê.

Her wiha em bang li gelên dewletên endamên NATO, bi taybetî li gelê Swêd û gelê Fînladiyayê dikin ku ew jî li hember vê peymana neheq derkevin û dostaniya di navbera gelan de xurttir bikin.

KESÊN ÎMZE DANE DAXUYANIYÊ

Medeni Fethi, Fuat Kav, Sefkan Kobanê, Fevzi Ozmen, Hasan Hayri, Mazhar Zumrut, Ridwan Altun, Mirhem Yiğit, Sultan Yaray, Aynur Aras, Mehmet Sait Arzu, Necat Baysal, İrfan Babaoğlu, Aziz Tunç, Fevzi Çetin,  Seywan Saedian, Hemid Bedirxan, Berîvan Doskî, Kner Abdullah,  Dimen Sohnolbi, Ferhad Jahanbeigî, Anîsa Caferimihr, Jiyar Jahan Fars, Anwar Almann, Dr Kemal Sido, Welidê Memkê Hesê, Sinan Hatay, Ahmet Aktaş, N.Gultekin, Eşkere Boyik, Cemal Bulut, D.Murad, Kuli Shikha, Masoud Aqil, Şîna Faiq, Yaşar Aksu, Osman Ergin, Hesen Huseyin Deniz, Naeim Najafi, Şaran Kemanger, Maşallah Dekak, Fayik Akpur, Şukru Yıldız, Josef Keleş, Mîraz Ronî, Bahram Younes, Faysal Salih, Dersim Oremar, Ali Hasan, Ferhat Sincar, Omer Cengiz, Asya Xerzan, Mohammed Ahmed, Yousef Mantk, Fergin Melik Aykoc, Gulistan Pervin, Fatma Savcı, Sîpan Şînda, Ako Ahmed, Songul Akpınar, Azad Mostow,  Yıldız Çakar, Xebat Şakir, Ronî Riha,Kemal Aktaş”