Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk bi fermana Wezareta Karên Hundir ji peywirê hatibû dûrxistin. Platforma Jinan a Edeneyê jî têkildarî mijarê li Parka Heykelliyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya, endamên Meclisa Jinan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Fûnda Bûyrûk ne bi tenê ye”, “Zext nikarin me têk bibin”, “Ne ji bo jinan lê ji bo çeteyan barîkatan deynin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Metna daxuyaniyê ji hêla parêzer Ayşe Zîlan ve hate xwendin. Zîlan, bi bîr xist ku Bûyrûk li ser fermana Wezîrê Karên Hundir ji peywirê hatiye dûrxistin û wiha domand: “Me jî ev agahî di nûçeyan de dît. Em nizanin bê ka ev agahî raste yan na lê me demek berê dît ku dengê xwediyên xwe ne. Heke di bingeha wan de zilm hebe, em jî xwedî hişmendiya berxwedanê ya bi hezaran salan in. Li gel ku dizaniyan ez parêzer im, li mal û ofîsa min lêgerîn kirin. Bêguman ev sepan, parçeyeke hiqûqa ceza ya dijminatiyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku em li dijî her cureyeke êrîşan li cem Fundayê cih bigirin.”
Parlamenter Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Tenê dîmenên di kamerayên li Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê hatine bicihkirin û qeydên deng ên derdorê weke delîlên sûc nîşan didin. Ev dosya wê di dîrokê de weke rontgenvaniyeke bi fermana wezîrê karên hundir hatiye kirin bê nivîsandin. Ji ber ku li maleke hunerê, li odeyên ku jinan cil û bergên xwe diguherandin kamera hatine bicihkirin. Ev operasyon di heman demê de li dijî muxalefetê jî hatiye kirin. Bi vê operasyonê re ji muxalefetê re dibêjin ku li gel HDP’ê tevnegerin nexwe wê hûn jî bişewitin. Operasyoneke serî tewandinê ye. Lê gelên Tirkiyeyê wê li hemberî vê pergala bi derew û rontgenvaniyê riziyaye serî netewîne. Wê feraseta Soylu ya ‘wê roja xwe bibînin’ ji hêla gelan ve bê mehkûmkirin.”