ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî faşîzma dewleta Tirk li ser bingeha xet û ruhê 14'ê Tîrmehê li Zap, Avaşîn û Metînayê serketinên leşkerî bi dest dixin. Kalkan anî ziman ku gerîla di siyaseta demokratîk de jî bi berpirsyarî radibe û wê serketineke siyasî jî werbigire.
- Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de qonaxa diyarker bû û got, "Ruhê vê berxwedanê îro li çiyayên Kurdistanê ye."
- Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan gilî û gazin kir ku di di cejnê de jî nehiştin ew biçin Îmraliyê û got, "Hêviyek min ji vê dewletê û hiqûqa wan nîne."
- Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir Mihemed bal kişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên bi destê dewleta Tirk û bang li Kurdan hemûyan kir ku li dijî van êrîşan bibin yek.
- Ji welatparêzên Rojavayî Newaf Xelîl anî ziman, têkoşîna PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîroka Kurdistanê de 'ya nepêkan' pêk anî.