Fûat Kav: 14'ê Tîrmehê qonaxa diyarker bû
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de qonaxa diyarker bû û got, "Ruhê vê berxwedanê îro li çiyayên Kurdistanê ye."
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de qonaxa diyarker bû û got, "Ruhê vê berxwedanê îro li çiyayên Kurdistanê ye."
Li dijî rejîma faşîst a 12'ê Îlonê yek ji qonaxên herî girîng ên berxwedana li zindanan Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an bû. Ji pêşengên rojiya mirinê ku 65 rojan dewam kir Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek şehîd bûn. Yek ji endamên koma berxwedanê Fûat Kav li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
ARMANCA DARBEYÊ FETISANDINA TÊKOŞÎNÊ BÛ
Fûat Kav bi bîr xist, ku armanca darbeya leşkerî fetisandina têkoşîna sosyalîst û rizgariya neteweyî ya Kurd bû û got, "Bi darbeya leşkerî re li Kurdistanê serdemeke tarî destpê kir. Komele, partî hemû hatin girtin, li gund û bajaran serdegirtin dihate kirin, mirov li naverastê dihatin qetilkirin, li meydanên gundan êşkence li jin, zarok û mêran dihate kirin. Ev yek kiryareke bi rêk û pêk bû. Ji bo fetisandina têkoşîna azadiyê serdemeke di asta hovîtiyê de hebû."
DIXWEST PKK'Ê TESLÎM BIGIRE Û BIQEDÎNE
Fûat Kav anî ziman ku li girtîgehan hovîtiyek ku qat bi qat ji ya li derve girantir hebû û wiha dewam kir, "Konsept û armanca dewleta Tirk a li Amedê ew bû ku PKK'ê teslîm bigire û biqedîne. Konsepteke girtiyên PKK'î jî hebû. Digotin 'Em ê teslîm nebin, xiyanetê nekin û li ber xwe bidin'. Li ser vê yekê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê destpê kirin. Ji ber ku armanca wan eşkere bû di hevdîtinan de encamek bi dest neket. Dewlet û artêşê dixwestin PKK'ê li girtîgehê biqedînin. Ji bo vê jî bi her awayî dek û dolab digerandin. Bi vî rengî tevdigeriya; peymanê bike lê bi cih nîne, diyalogê bike lê piştre qut bike': Ya rast bi rengê şerê psîkolojîk û êşkenceyê tevdigeriya.
TÎMEKE TAYBET HATIBÛ AVAKIRIN
Tîma li Amedê hate avakirin tîmeke taybet a artêşa Tirk bû. Kemal Yamak Fermandarê Baskê 7'emîn ê Artêşê bû. Fermandarê Baskê 7'emîn ê Artêşê tê wateya berpirsyarê şerê taybet ê li Kurdistanê, kesê ku li dijî Kurdan şer dike. Vî kesî li Emerîkayê perwerde dîtibû, fermandarê hêzên taybet bû. Esat Oktay jî li Qibrisê li dijî gelê Rûm şer kiribû, li kampên êsîran wezîfe kiribû, lewma yekî hatibû hilbijartin bû. Dozger û dadger jî kesên taybet û leşker bûn. Ev hemû weke parçeyek ji konsepta qedandina PKK'ê hatibû amadekirin. Êşkence û kiryar jî di vê çaçroveyê de taybet bûn. Girtiyan demeke dirêj çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin, lê belê kirin nekirin nekarîn encamekê bi dest bixin.
BI ÇALAKIYA MAZLÛM DOGAN DESTPÊ KIR
Herî dawî 21'ê Adara 1982'an çalakiya Mazlûm Dogan pêk hat. Mazlûm Dogan baş bi vê konseptê zanî bû, ji bo pêşî lê bigire xwe feda kir. Piştre jî çalakiya Çaran pêk hat. Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner di 18'ê Gulana 1982'an de xwe feda kirin. Ji bo guhertina wan şert û mercên hişt û bi xwînê avakirî, van çalakiyan têrê nekir. Lewma jî pêwîstî bi rêçalakiyeke cuda hebû. Ev jî çalakiya rojiya mirinê bû."
DI 14'Ê TÎRMEHÊ DE ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN DESTPÊ KIR
Kav li ser amadekariyên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'e Tîrmehê jî wiha axivî: "Di wê dema hovîtiyê de ji bo wergirtina biryareke bi vî rengî derfet tune bû ku nîqaş bi her kesî re bê kirin. Derfetê yên li koxûşa 35'an jî tune bû. Tenê heavlên Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Mûstafa Karasû, Mûzaffer Ayata û çend hevalên din hebûn, wan pê zanî bûn. Tenê di nava hevalên li qatê 4'emîn de nîqaş dihate kirin ku li dijî van êşkenceyan divê rojiyeke mirinê bê destpêkirin. Di çûn û hatina dadgehê û nîvê şevê bi çûyîna gardiyanan re bi nîqaşeke bi dengekî nizm biryar li ser hate dayin. Piştî ku ev biryar zelal bû ji hevalên din re jî hate ragihandin. Mînak, li hucreya ez lê bûm hevalê Akîf Yilmaz hebû. Ew jî diçû dadgehê û dihat, jê re hatibû gotin, 'Em ê di demeke nêz de dest bi rojiya mirinê bikin, hevalên dixwazin tevlî bibin dikarin tevlî bibin'. Piştî ku hevalê Akîf hat ji me re got, me jî amadekariyên xwe di vê çarçoveyê de kir. Biryarek welê bû ku negihîştibû her kesî, ji ber eger haya her kesî jê hebûya dibe ku deşîfre bibûya. Esat Oktay jî bi taktîkên cuda dikarîbû pêşî lê bigirta, dikarîbû girtî ji hev belav bikira.
HAYRÎ DÛRMÛŞ LI DADGEHÊ RAGIHAND
Roja destpêkirina rojiya mirinê hat. Hevalê Hayrî 14'ê Tîrmeha 1982'an li dadgehê daxuyaniyek da û rojiya mirinê ragihand. Axaftina wî ya li dadgehê zelal û eşkere bû;
* Zextên li ser parastinên me yên siyasî wê bêne rakirin. Em ê li salonên dadgehê parastina PKK'ê bikin, em ê qala rewşa gelê Kurdistanê bikin. Em ê qala dîroka Kurdistanê bikin. Em ê qala mêtingeriyê bikin. Yên ku li van dadgehan divê bêne darizandin ne em in, mêtingerî ye û dewleta Tirk e.
* Divê dawî li hemû êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan bêne anîn.
Piştî axaftina hevalê Hayrî Dûrmûş li salona dadgehê Kemal Pîr, Alî Çîçek û komek ji hevalan gotin ku ew jî tevlî çalakiyê dibin. Bi vî rengî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê destpê kir. Piştî ku ev heval hatin girtîgehê em bi biryarê hesiyan. Li hucreya ku ez lê dimam hevalê Akîf Yilmaz hebû. Bi wî re piştî du rojan em tevlî rojiya mirinê bûn."
NAVÊN XWE BI TÎPÊN ZÊRÎN LI DÎROKÊ NIVÎSANDIN
Kav anî ziman ku di demeke tarî de ji bo pêşî li êşkence, zilm, tunekirin û bêkesayetîhiştinê, komek ji mirovan bedena xwe kirin çeper û got, "Bi saetan, bi rojan bedena xwe helandin û îradeyeke mezin nîşan dan."
Kav wiha dewam kir, "Gotin 'em ê teslîm nebin, em ê xiyanetê nekin' îradeyeke mezin nîşan dan. Her kesî nikarîbû ev gotin bigota. Tenê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û komek li dora wan dikarîbûn bigota. Derbasî rûpelên dîrokê bûn. Ji bo serxistina vê çalakiyê îradeyeke cuda diviyabû. Van hevalan biryareke bi vî rengî dan û bi ser xistin. Di dema çalakiyê de bi her awayî êşkenceyê dewam kir. Xwestin teslîm bigirin, lê belê tevî van hemûyan jî berxwedaneke mezin hate nîşandan. Bi vî rengî pêşî li êşkenceyên li Girtîgeha Amedê girtin, konsepta tunekirinê têk birin. Navên xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê nivîsandin."
RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ PKK BI XWE BÛ
Fûat Kav anî ziman ku berxwedêrên rojiya mirinê li nexweşxaneyê şehîd bûn û got, "Di rojên dawî yên çalakiyê de Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û hevalên din rakirin nexweşxaneyê. Li wir jî çalakî dewam kirin. Hemû li nexweşxaneyê şehîd bûn. Her yek ji wan bîrdariya berxwedanê bû, navê têkoşîn û îradeyeke mezin bû. Ev taybetmendiyên van çar hevalan bûn yek û bûn rûmet. Ya rast ev PKK bi xwe ye. Piştre dewletê bi paşve gav avêt, peyman çêkir. Daxwaz hatin qebûlkirin û çalakî bi dawî bû."
RUHÊ WAN TÊKOŞÎNA ME XURT DIKE
Fûat Kav piştî ku qala kesayetiya Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek kir li ser bandora çalakiyê ya li ser vê demê wiha axivî: "Ev kevneşopî 40 sal in li nava têkoşîna me veguheriye çandekê. Sekna fedaî ya gerîla çandeke ji wê mîrateyê ye. Çalakiya hevalê Mazlûm Dogan çalakiyeke fedaî ye. Çalakiya Çaran çalakiyeke fedaî ye, 14'ê Tîrmehê jî bi vî rengî bû. Ruhê fedaî yê niha li Zap, Avaşîn û çiyayên Kurdistanê ruhê Hayrî, Kemal û Mazlûman e. Ev ruh 40 sal in dewam dike û têkoşîna me xurtir dike."