Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê îro jî domiya
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de axivî û got “Bêhestiyariya li hemberî girtîgehan û bêdengiya li hemberî rewşa girtiyên nexweş tê wateya rizîna wijdana civakî.”
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de axivî û got “Bêhestiyariya li hemberî girtîgehan û bêdengiya li hemberî rewşa girtiyên nexweş tê wateya rizîna wijdana civakî.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 86’emîn de ye. Malbat ji bo daxwazên xwe li pêş Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Bûcayê kom bûn. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re ya Egeyê (EGE TÛAY-DER), parlamentere Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes tev li çalakiya malbatan bûn. Malbatên ku berdilkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” berz kirin.
Fehîme Poyraz a di çalakiyê de axivî, ev bang kir: “Em dixwazin girtiyên nexweş bên dermankirin û berdan. Dest ji zilma ku li girtiyan tê kirin berdin. Mirovên ku înfazên wan tên şewitandin 30 sal in di girtîgehê tê ragirtin. Bi hezaran girtiyên ku weke Aysel Tûglûkê hene. Em dixwazin êdî edalet bi cih were.”
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî destnîşan kir ku polîtîkayên girtîgehê kurteya sozên pêşeroja welat in û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş bi awayekî bêhiqûqî û bêînsaf terkî mirinê hatine kirin. Înfaz tên şewitandin, girtîgeh xwe dixin şûna dadgehan, hiqûqê tune dihesibînin, infaza mirovên bi salan di girtîgehê de mane dişewitînin. Rêveberên girtîgehan xwe weke sultanê wê derê dibînin û rêgezên xwe li girtiyan ferz dikin. Mafê dermankirinê yê girtiyan ji destê wan tê stendin. Destê wan bi awayekî kelepçekirî dibin nexweşxaneyê, di bin navê lêgerîna nava dev rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê tên. Mafê dermankirinê yên girtiyên li dijî vê derdikevin tê wergirtin.”
Pîroglû, bi lêv kir ku girtîgeh wijdana hevpar a civakê ne û wiha berdewam kir: “Bêhestiyariya li hemberî girtîgehan û bêdengiya li hemberî rewşa girtiyên nexweş tê wateya rizîna wijdana civakî. Civakên ku wijdana wan dirize mehkum in ku ji her cure zilmê re stûyê xwe xwar bikin. Heke tiştek were serê girtiyên nexweş desthilat, Wezareta Dadê, Saziya Tipa Edlî û rêveberiyên girtîgehê berpirsyar in.”