ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê salvegera 40'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê pîroz kir û got, "Em bang dikin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê bêhtir bê fêhmkirin, li gel gerîlayên ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê li dijî dagirkerî û xiyanetê şer dikin cih bigirin û têkoşînê geştir bikin."
- Artêşa Tirk a dagirker di şerê Zapê de li gel her cûre çekên kîmyewî her wiha bombeyên fosforê jî bi kar anî. Sûcên artêşa dagirker ên bi bombeyên fosforê gelekî zêde ne.
- Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babûr anî ziman ku girtiyên zexta poşmaniyê qebûl nakin, nayên berdan û li hucreya yek kesî têne ragirtin.
- Ala 14'ê Tîrmehê îro li Metîna, Zap û Avaşînê li ba ye. Gerîla li ser bingeha berxwedana Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li çiyayên Kurdistanê destanan dinivîsînin.
- Li gundê Jinwar ku di nava şert û mercên şer de ava bû, bi sîstema komunal bi rê ve diçe. Endama Akademiya Jineolojiyê Rûken Rojda got, "Jinan bi Şoreşa Rojava re nîşan dan ku di her astê de dikarin pêşengiyê ji jiyanê re bikin."