Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yazici dan
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî sixtekariya Hayatî Yazici yê AKP’yî dan û gotin “Dema ku heq û azadiya me hatiye desteserkirin, ji me re qala demokrasî, heq û hiqûqê nekin.”
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî sixtekariya Hayatî Yazici yê AKP’yî dan û gotin “Dema ku heq û azadiya me hatiye desteserkirin, ji me re qala demokrasî, heq û hiqûqê nekin.”
Dayikên Şemiyê yên ku ji hefteya 700’emîn ve Meydana Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê li wan hatiye qedexekirin, bersiva daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici dan. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dan û wiha gotin: “Li welatên demokratîk mafê her welatiyî heye ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandan û protestoyan li dar bixin. Lê gelo çima dema em vî mafê xwe bi kar tînin, rastî tundiya polîsan tên? Huş be Yazici. Qet nebe huş bin. Maf û azadiyên me hatine desteserkirin, qet nebe behsa demokrasî, maf û hiqûqê ji me re nekin. 202 hefte ye Meydana Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye, gelo çima? Çima hûn çalakiya ji bo windayên me asteng dikin?”
Yazici di daxuyaniyek xwe ya duh de gotibû li welatek demokratîk mafê her welatiyî heye ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandan û protestoyan li dar bixin.