Mirinê li girtiyên nexweş Erîk û Başaran ferz dikin
Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Necdet Erîk û Îdrîs Başaran û peyama, “Mirin li wan hat ferzkirin, divê demildest serbest bên berdan” hat dayin.
Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Necdet Erîk û Îdrîs Başaran û peyama, “Mirin li wan hat ferzkirin, divê demildest serbest bên berdan” hat dayin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Di hefteya 537’an de komîsyonê çalakiya xwe li pêşiya komeleyê lidarxist. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Erîk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L ya Maltepeyê tê ragirtin.
Parêzvanên mafan û xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Rûniştina F ya 537’an. Bila girtiyê nexweş Necdet Erîk bê berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin. Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîz Şahîn ve hate xwendin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehan zêdetir dibin û wiha pêde çû: “Girtî nayên dermankirin û dermanên wan nayên dayîn. Her wiha bi darê zorê kelepçeyê li destên wan dixin û wisa derman dikin. Cezayên hucreyê li girtiyên nexweş tên birîn û rastî ferzkirinên dermirovî tên. Kesekê ku dest û lingên wî hatine birîn û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, bi hinceta ‘wê bireve’ dîsa xistin girtîgehê.”
Di vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Necdet Erîk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L ya Maltepeyê tê ragirtin. Şahîn, da zanîn ku Erîk mehek û nîv berê ketibû ceyranê û wiha got: “Di encamê de jî bi giranî birîndar bû û tevahiya laşê wî şewitî. Destpêkê birin Rihayê, piştre derbasî Amedê kirin û herî dawî jî birin Stenbolê. Lê tevî hemû hewldanan jî her du destên Erîk hatin birîn. Dema li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê a Lutfî Kirdar a Stenbolê dihat dermankirin, di 29’ê hezîranê de hate binçavkirin û bi îdiaya ‘gumana revê’ hate girtin.
Ev bi rojan e ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa L ya Maltepeyê bi mirinê re rû bi rû ye. Girtiyekî li qawîşa wî bi dilxwazî lê dinihêre. Divê Erîk di zûtirin demê de sewqî nexweşxaneyê bê kirin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêweregê şevê din biryar da û got ku Erîk dikare di Girtîgeha Tîpa R de bimîne. Mirov bo rewşa Erîk çi bibêje jî kêm dimîne.”