ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, li dijî PKK'ê û gelê Kurd biryarên nû hatin wergirtin û got, polîtîkaya qirkirinê ya Erdogan di vê civînê de hatiye erêkirin.

- Siyasetmedar û nivîskar Eyup Barzanî diyar kir, ku dewleta Tirk ji têkiliyê wêdetir teslîmî dewleta Tirk bûye û ragihand ku hemû biryarên li ser aboriya Başûr di bin kontrola Tirkan de ne, li dijî gel 'Qanûnên Dîwanxaneyê' derbas dibin.

- Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di 8'ê Tîrmehê de ji bo bîranîna Rênas Oremarî yê li Rojava hate qetilkirin û Şehîdên 14'ê Tîrmehê li dijî du qereqolên polîsan çalakî hatine kirin û şer heta serê sibehê dewam kiriye.

- Lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî raxist pêş çavan ku divê hatineya ji cûreyên kovî bêne parastin û ev yek mifteya jiyana bi milyaran mirovî ye.