ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyên li Girtîgeha Afyonê dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên li Girtîgeha Afyon Karahîsarê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê tên ragirtin, wê sibê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê bikin. -
Cenazeyê Kurt ê li Geverê şehîd bûbû, piştî 7 salan hat radestkirin
Cenazeyê Aydin Kurt ê sala 2016’an li Geverê şehîd bûbû, piştî 7 salan radestê malbatê hat kirin. Dayika wî got ku ew ê heta xwîna xwe ya dawîn, li doza wî xwedî derbikeve. -
Girtiyek xistin hucreya yekkesî, malbat ji ber jiyana wî bi fikar in
Hate diyarkirin girtiyê bi navê Ramazan Karataş piştî ku sirgunî Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Eregliyê hatiye kirin, ew xistine hucreya yekkesî. -
Ji bo çalakiyên di 3 û 7’ê Çileyê de yên li Parîsê bang hate kirin
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo qetlîama 10 sal berê û ya ku di 23’ê Kanûna 2022’an de pêk hat, wê di 3 û 7’ê Çileyê de merasîm û çalakî werin lidarxistin. -
Polîsên Tirk 2 kes birîndar kirin
Polîsên Tirk li Stenbolê bi kêfî li 2 ciwanan xistin û ew bi çekê birîndar kirin. -
Parlementerên HDP’ê: Divê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
Parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi Wezareta Edaletê meşiyan. Parlementeran diyar kirin divê zûzûka bi Ocalan re hevdîtin were kirin. -
Etxebarrieta: Divê Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne
Endama EH Bildu ya li Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne û bang li saziyên Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo vê zextê li Tirkiyeyê bikin. -
Turkdogan: Eger qetilkirina Sakîne Cansiz hatibûya ronîkirin, ev komkujî nedibû!
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku komkujiya Parîsê divê teqez bê lêkolîn û got, "Eger qetilkirina Sakîne Cansiz bihata ronîkirin ev komkujî nedibû." -
'Em ê kilîda komkujiyan jî, ya tecrîdê jî bişikînin'
Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Em ê kilîda komkujiyan jî, ya tecrîdê jî bişikînin' derket. -
ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berteka Ciwanan li dijî Qetlîama Roboskiyê û Parîsê
Meclîsa Ciwanên HDP’ê li Kagithaneyê, pankartê li ser “Ciwan wê hesabê qetlîamên Roboskiyê û Parîse bipirsin“ bi bin pirê ve daliqand. -
Ji bo Kûrtay ê ku di êrîşên kîmyewî de şehîd bibû şîn hate danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) ê ku di êrîşa kîmyewî a dewleta Tirk de şehîd bibû, li Başakşehîra Stenbolê şîn hate danîn. -
ADGB: Em 3 û 7’ê Çileyê kolanên Parîsê tijî bikin
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang li her kesê kir ku rojên 3 û 7’ê Çileyê li Paytexta Fransa Parîsê beşdarî çalakiya protestokirina komkujiyên Parîsê û merasîma cenazeyan bibin. -
Tecrîd di sala 2022’an de girantir bû
Sala 2022’an ku tu hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê çênebû, hê jî derbarê serdana CPT’ê guman hene. -
‘34 salên xwe diyarî têkoşînê kir, li dijî DAÎŞ’ê şer kir’
Evîn Goyî kedeke wê ya mezin di pêşketina xeta azadiyê ya jinê ya di Şoreşa Rojava û di warê jin bibin xwedî îrade de heye. Evînê şer kir û jiyana xwe diyarî têkoşînê kir. Li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê jî di xeta jina azad de israr kir. -
‘Azadiya Ocalan wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe gaveke mezin’
Ji rêxistina Askapena ya li welatê Baskê, Aratz Estonba diyar kir ku welatê Baskê bi gelê Kurd re ye û got “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe gavek mezin.” -
ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
TSP: Di sala nû de ji girtiyên polîtîk re azadî!
Platforma Dengê Girtiyan bi daxwaza cîhanek a bêmêtingerî ku zext, mêtingerî, komkujî û girtîgeh lê neyî, sala nû ya xizmên girtiyan û hemû kesên hatin çewisandin, pîroz kir. -
Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bîranîn
Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, di rojbûna xwe de hat bîranîn. -
‘Sala 2022’an girtîgeh veguherîn malên mirinê’
Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û peyama “Sala 2022’an girtîgeh veguherîn malên mirinê” hat dayîn. -
Dayîkên Şemiyê: Di sala nû de lêgerîna me ya heq û hiqûqê bidome
Dayîkên Şemiyê diyar kirin ku bi zext û qedexeyan re salek li pey xwe hiştine û got, “Li hemberî daxwazên me 16 hikumet bêdeng man.” -
Girtiyê bi nexweşiya giran di hucreya yek kesî de tê ragirtin
Girtiyê bi nexweşiya giran Emîn Gurban tevî rapora “nikare bi tena serê xwe bimîne” di hucreya yek kesî de tê ragirtin. -
Li girtiyan 14 meh cezayê ragihandinê hate birîn
Li Girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an a Dumluyê ku girtina pencereyên qawişê bi dirûşmeyan protesto kiribûn, ji bo 14 dirûşmeyan 14 meh cezayê ragihandinê hate birîn. -
HDP’ê: 2023 wê bibe sala bihara gelan
HDP'ê sala nû pîroz kir û got, "Sala 2023'an wê bibe sala bihara gelên Tirkiyeyê." -
ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.