Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî bûyerên piştî komkujiya Parîsê, ji ANF'ê re axivî. Turkdogan diyar kir ku êrîşên bi vî rengî timî di bin armanceke cuda de têne veşartin û bi bîr xist ku di vê êrîşê de jî bi giranî îdîaya êrîşa nijadperestiyê tê kirin. Turkdogan diyar kir ku êrîşkar beriya niha sûc kiribû, di 12'ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û diviyabû di bin kontrola polîsan de bû, lê belê nehate kontrolkirin, êrîş bir ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, lewma ev êrîş bi hincetên ji rêzê nikare bê vegotin.
'DIVÊ PIŞT PERDEYA ÊRÎŞÊ BÊ LÊKOLÎN'
Turkdogan diyar kir ku dema şêweyê êrîşên bi heman rengî yên li Tirkiyeyê bê nirxandin, eşkere dibe ku divê pişt perdeya vê êrîşê teqez bê lêkolîn û got, "Êrîşkar ji aliyê kê ve hate birêvebirin? Kê agahî da wî? Çek çawa peyda kir? Kê çawa kir hedef? Ev hemû pirs divê bêne pirsîn û lêkolîn."
'EGER RASTÎ BÊNE EŞKEREKIRIN WÊ KOMÊN ETNÎKÎ HEMÛ HÎN BAŞTIR BÊNE PARASTIN'
Turkdogan destnîşan kir ku bûyera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a beriya 10 salan li Parîsê bihate ronîkirin wê komkujiya vê dawiyê nebûya û dubare kir ku divê herdu êrîş bi her awayî bêne lêkolîn. Turkdogan diyar kir ku di nava bûyerê de gelek peyamên siyasî yên cidî hene û wiha dewam kir, "Wê demê divê mesele ji aliyê siyasî ve jî bi rengekî gelekî cidî bê nirxandin. Bawerim ku siyasetmedarên Fransî vê carê bala wan bêhtir çû ser mijarê. Sersaxî ji gelê Kurd re xwestin. Xwestin ku bûyerê bê lêkolîn. Lê belê divê wezîfedarên dewleta Fransayê vê bûyerê bi her awayî lêkolîn bikin. Gava ku hate lêkolîn wê rastî eşkere bibin. Rastî eşkere bibe jî wê ne tenê Kurdên li Fransayê, her wiha komên etnîkî hemû bi rengekî hîn baştir bêne parastin."
'DEMEKE WELÊ YE KU DIVÊ HÎN BÊHTIR BALDAR BIN'
Turkdogan anî ziman ku li Tirkiyeyê her cara hilbijartin nêz dibe, desthilatdarî berê xwe dide meseleya Kurd ji bo provokasyonekê çêbike û diyar kir ku beriya vê hilbijartinê jî li gel doza ji bo girtina HDP'ê, li dijî DBP'ê jî operasyona destgîrkirinê hate kirin. Turkdogan got, "Pêvajoyeke hilbijartinê destpê dike ku ji bo Tirkiyeyê di asta dîrokî de girîng e. Di vir de hewl tê dayin ku zext li siyaseta Kurdan bê kirin ku hêza sêyemîn e. Demeke welê ye ku divê hîn bêhtir baldar bin."