TSP: Di sala nû de ji girtiyên polîtîk re azadî!
Platforma Dengê Girtiyan bi daxwaza cîhanek a bêmêtingerî ku zext, mêtingerî, komkujî û girtîgeh lê neyî, sala nû ya xizmên girtiyan û hemû kesên hatin çewisandin, pîroz kir.
Platforma Dengê Girtiyan bi daxwaza cîhanek a bêmêtingerî ku zext, mêtingerî, komkujî û girtîgeh lê neyî, sala nû ya xizmên girtiyan û hemû kesên hatin çewisandin, pîroz kir.
Platforma Dengê Girtiyan (TSP) bi boneya sala nû daxuyaniyek weşand. TSP’ê bi bîr xist ku girtiyan tevî terora dewletê ya li hemberî girtiyan jî, sala 2022’an bi bi berxwedana xwe ya bi rûmet qedandin.
Daxuyaniya platformê wiha ye:
“Sala 2022’an terora dewletê ya li hemberî girtiyên polîtîk zêde bû, ji derve zext û êrîşên li ser xizmên girtiyan zêde bûye, lê ew bi berxwedana bi rûmet a girtiyan, sala 2022’an diqedînin.
Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên şewitandina înfazan, berdana girtiyan asteng dike, tedawiya girtiyên nexweş asteng dike û wan ber bi mirinê ve dibe, girtiyan qetil dike û bi derewên “xwe kuşt” hewl dide raya giştî bixapîne.
Bi qedexeyên pirtûk, kovar, rojname û bi sînordarkirina weşanan, mafên sohbet, hevdîtin û nameyan bi cezayên keyfî yên disîplînan, xesp dike û tecrîdê girantir dike.
Hewl tê dayîn ku tecrîda girankirî ya li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, belavî girtîgehên din bikin.
Eşkereye ku armanca van zextên faşîst, êrîş û tecrîdê çewisandina têkoşîna civakî ya ji derve ye.
Zêdekirina piştevaniyê bi çalakî, madî û menewî bi girtiyên polîtîk re ku di vê qada yekser a têkoşîna çînî de li dijî faşîzmê têdikoşin, erka hemû şoreşger, demokrat û mafparêzan e.
Bi ketina sala 2023’an re, em bi rêzdarî û hezkirinê silav li girtiyên xwe yên bîrdariyên berxwedanê dikin ku li Tirkiye û Kurdistanê li dijî êrîşên faşîzmê û ferzkirina radestiyê parastina rûmeta mirovahiyê dikin.
Em Platforma Dengê Girtiyan (TSP), bi hişmendiya berpirsyariya me ji bo girtiyan girtiye ser xwe, sala nû li girtiyên komunîst, şoreşger û pêşverû pîroz dikin, em cardin radigihînin ku ji bo girtî azad bibin em ê têkoşînê geş bikin.
Em Platforma Dengê Girtiyan, bi bêriya dinyayeke bêyî zext, mêtingerî, qetlîam û girtîgehan, sala nû li xizmên girtiyan, çîna karkeran û hemû bindestan pîroz dikin.
Hêviya me ew e ku sala 2023’an em li dijî pergala metingeriyê ya emperyalîst-kapîtalîst, faşîzm û serweriya mêr ji bo siberojeke azad, têkoşînê di her warî de geş bikin.”