Li girtiyan 14 meh cezayê ragihandinê hate birîn
Li Girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an a Dumluyê ku girtina pencereyên qawişê bi dirûşmeyan protesto kiribûn, ji bo 14 dirûşmeyan 14 meh cezayê ragihandinê hate birîn.
Li Girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an a Dumluyê ku girtina pencereyên qawişê bi dirûşmeyan protesto kiribûn, ji bo 14 dirûşmeyan 14 meh cezayê ragihandinê hate birîn.
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1’an a Dumlu ya Erzirome pencereyên qawişan bi têlên mertal hatin girtin. Ji girtiyên ku vê rewşê protesto kirin, 14 meh cezayê ragihandinê hate dayîn. Piştî greva birçîbûnê ya dorveger a 10 rojan ku girtiyan 8’ê Mijdarê heta nîvê meha Kanûnê domand, hate zanîn ku hemû pencereyên qawişan bi têlan hatine girtin. Girtiyan ji bo protestokirina vê rewşê her roj bi armanca protestoyê dirûşme berz kirin, lê ev protesto li girtiyan wek cezayê dîsiplînê vegeriya.
Lijneya Disîplînê ya Girtîgeha Dumluyê li gorî xala bi hejmar 42’an ya qanûna infaza tedbirên ceza û ewlehiyê li hemberî protestoya girtiyan biryara cezakirinê da. Lijne ji bo 7 girtiyan ji bo berzkirina her dirûşmeyek 14 meh cezayê telefon û nameyan da.
Girtiyên ku agahî dan parêzeran diyar kirin ku tecrîda li girtîgehan her ku diçe kûr dibe. Girtiyan da zanîn ku hemû girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û xwestin raya giştî li hemberî vê yekê hestiyar be.
Girtiyan bertek nîşanî cezayê li wan hatiye birîn dan û wê hefteya bê li dijî cezayên dîsiplînê serî li Dadgeriya Înfazê bidin.