Endama EH Bildu ya Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta ji servîsa Spanî ya ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan timî xwestine ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Etxebarrieta destnîşan kir ku Ocalan dostekî mezin ê Welatê Baskê ye.
Etxebarrieta ragihand ku gelê Baskê baş zane ku girtina lîderên tevgerên rizgariya neteweyî rê li ber çi vedike û got, "Em zanin ku ji ber têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê yên bi Tirkiyeyê re dîl hatiye girtin, lê belê ji bo CPT serdana Ocalan bike û destûr bê dayin ku parêzer û endamên malbatê Abdullah Ocalan bibînin, pêwîstî pê heye ku teqez zextê li Tirkiyeyê bike."
Etxebarrieta anî ziman ku Abdullah Ocalan lîderekî navneteweyî ye ku li nava gelê Kurd cihê baweriyê ye, piştgiriya gel wergirtiye, piştevanê çareseriyeke aştiyane ye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya şer, hêmaneke sereke ye.
Etxebarrieta bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî û got, "Li gorî me, rastiyên ku rapor li ser hatine amadekirin gelekî cidî ne û em bang li OPCW dikin ku mijarê lêkolîn bike. Divê destûr neyê dayin ku Tirkiye bê ceza bimîne."