Girtiyên li Girtîgeha Afyonê dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên li Girtîgeha Afyon Karahîsarê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê tên ragirtin, wê sibê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Girtiyên li Girtîgeha Afyon Karahîsarê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê tên ragirtin, wê sibê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Li Girtîgeha Afyon karahîsarê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê gardiyanan avêtiye ser qawîşên 16 girtiyan û ji ber ku girtî ferzkirina hejmariya li ser pêyan qebûl nekirine, rastî êşkenceyê hatine. Hat ragihandin ku girtî dê sibê li dijî van binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Girtî Cûmalî Yildirim îro hevdîtin bi malbata xwe re kiriye û di hevdîtinê de behsa binpêkirinên mafan kiriye. Yildirim ragihandiye ku gardiyan tim ew tehrîk dikin û duh û îro avêtine ser qawîşên wan û bi êşkenceyê ew ji qawîşan derxistine û gotiye: "Duh êvarî û îro serê sibehê avêtin ser qawîşên me, eşyayên me belawela kirin. Hevalê me Tûran Bîlen bi erdê ve hat kaşkirin. Li me xistin û heqaret li me kirin. Me jî bi dirûşmeya 'dê rûmeta mirovahiyê êşkenceyê têk bibe' bersiv da. Bi lêdanê em xistin qawîşan. Em 16 kes, em ê sibê li dijî van binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê bikin. Navê hin hevalên me ev in: Tûran Bîlen, Yûsûf Erkek, Rizgar Tûran, Naîl Demîr, Akîf Îpek."