ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî qetilkirina 3 Kurdên li Parîsê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.

- Evîn Goyî kedeke wê ya mezin di pêşketina xeta azadiyê ya jinê ya di Şoreşa Rojava de û di warê îradebûna jinê de heye. Evînê şer kir û jiyana xwe diyarî têkoşînê kir. Li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê jî di xeta jina azad de israr kir.

- Ji rêxistina Askapena ya li welatê Baskê, Aratz Estonba diyar kir ku welatê Baskê bi gelê Kurd re ye û got “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe gaveke mezin.”

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku şoreşên jinan li dijî dewlet û desthilatdariyê tê wateya afirandina jiyana azad a alternatîf  û got, "Pêdiviya mirovahiyê bi şoreşên jinan heye."

- Di sala 2022’an de dema ku li Îmraliyê hevdîtinên bi malbat û parêzeran pêk nehat, serdana CPT’ê hê jî bi guman xuya dike. Parêzeran diyar kirin ku geşedanên derbarê mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî de dest bi xebatê kirine û her ku zelal bibe wê ji raya giştî re bê ragihandin.

- Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo şermezarkirina qetlîamên li Parîsê banga merasîma cenaze û çalakiya protestoyê kir ya ku di 3 û 7'ê Çileyê de wê li Parîsê were lidarxistin.