Endamekî rêxistina Askapena ya li welatê Baskê, Aratz Estonda têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ANF’ê re axivî.
Estonda anî ziman ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne li gorî peymanên navneteweyî ye û got “Dema mijar dibe girtiyên siyasî, hikûmê peymanên navneteweyî nayên pêkanîn.”
Estonda diyar ku CPT’ê 20-29’ê Îlonê serdana Tirkiyeyê kir û piştre têkildarî vê serdanê tu agahî neda û destnîşan kir ku ev nêzîkatiya Ewropa durûtî ye. Estonda bilêv kir ku Yekîtiya Ewropayê rêxistinên Bask û Kurdan “terorîst” bi nav dike, Tirkiyeyê fînanse dike da ku koçberan bigire û got “YE’yê di mînaka xwe ya dawîn de nîşan da ku rêzdariya wê ya ji bo mafên mirovan nemaye.”
Aratz Estonda ragihand ku serkeftina têkoşîna gelê Kurd, wê bibe serkeftina gelê Baskê jî û destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe gaveke mezin, girtîbûna rêzdar Abdullah Abdullan Ocalan jî tê wateya girtîbûna gelê Kurd.