‘Sala 2022’an girtîgeh veguherîn malên mirinê’

Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û peyama “Sala 2022’an girtîgeh veguherîn malên mirinê” hat dayîn.

Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş li Enqereyê her hefte çalakî li dar dixin. Cara 434’emîn a çalakiyê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê kirin. Vê hefteyê bal hat kişandina ser rewşa girtiyên nexweş Salih Gun ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Sîncanê tê ragirtin.

Hevseroka ÎHD’ê ya Enqereyê Sevî Tûrgût diyar kir ku Gun ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale sirgûnê Sîncanê hatiye kirin û wiha got: “Tevî ku nexweşiyên wî yên kronîk hene, bi tena serê xwe tê ragirtin. Salih Gun nexweşê dil e û anjiyo bûye. Nexweşiya wî ya fitika piştê heye, sala 2011’an emeliyat bûye, ji ber êşên wî hîna dom dikirin şandine tedawiya fîzîkê lê tenê kariye 10 seansan biçe. Lingê wî yê çepê diqerime. Hat ragihandin ku dema li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê jê re hatibû gotin, ‘yan tu wê xwe li ber van êşan bigirî, yan car din emeliyat bibî’. Hem ji ber li girtîgehê ye û hem jî ji ber emeliyatek xeter, hewl dide ku bê navber sporê bike û wisa îdare dike. Rûniştinek şaş, tevgerek ji nişkave, giranî rakirin, xwe tewandin û di hin rewşên din de êşên wî zêde dibin û nerehet dibe.”

Turgut da zanîn ku, Gun ji ber romatîzma movikan di çokên wî de êş heye û car caran di meşê de zehmetiyê dikişîne û wiha got: “Bi nexweşiya kronîk ya otît ketiye û guhê wî giran bûye. Ji %72 fonksiyona guhê xwe yê rastê winda kiriye û cîhazê bihîstinê bikar tîne. Ji xeynî vê di guh de xur, êş û her çend kêm be jî xwîn jê tê. Guhê wî yê çepê jî gelek caran dixitime. Mîgren û sînusît kronîk heye. Bi dehan caran çûye nexweşxanê da ku sînusan vala bike û herikîna hundir rawestîne, her carê hindek derman jê re hatine dayin û paşde dişînin. Di warê dîtina nêzîk û dûr de jî zehmetî dijî. Nexweşiya wî ya prostatê giran bûye û 2 meh in bi berdewamî dermanan digire. Li gor tehlîlên ku hatin kirin, hat gotin ku di gurçika wî de tiştên wek qûmê hene. Her çend di rêka mîzê de pirsgirêkek cidî hebe jî, teşhîseke tam nehatiye kirin. Rehên varikoz ên ku berê li ser çongê çêbûbûn, hêdî hêdî belavî lingê wî hemû bûn.”

Turgut ji bo Salîh Gun ê ku nexweşiyên wî giran e xwest, bi lezgîn muayene û tedawiya wî bê kirin û got ku, ji ber nexweşiyên wî yên kronîk divê ji odeyê yekkesî bê derxistin û veguhezînin odeyeke qelebalix.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 562’emîn çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya komeleyê li dar xist.

Malbatên girtiyên nexweş û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” û “Her dem li her cihî û jibo her kesî mafê jiyanê” hatin vekirin û dirûşme hat berzkirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meryem Bars daxuyanî xwend.

Bars anî ziman ku di dawiya sala 2022’an de girtîgeh bûne “malên mirinê” û bal kişand ser raporên ku komeleya wan derbarê binpêkirinên mafan de weşandibû. Bars destnîşan kir ku di sala 2022’an de li girtîgehan zext û êşkence li ser girtiyan zêde bû û girtiyên nexweş ji mafên xwe yê tedawiyê û tenduristiyê bêpar hatin hiştin. Bars da zanîn ku li gorî daneyên wan ên sala 2022’an herî kêm 76 girtiyan ji ber binpêkirinên mafan jiyana xwe ji dest dane û bi piraniya van girtiyan ji ber tedawî û berdana wan hatiye astengkirin, mirin e. Bars diyar kir ku ew dixwazin dawî li binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan bê anîn û hemû girtiyên nexweş bên berdan.