ADGB: Em 3 û 7’ê Çileyê kolanên Parîsê tijî bikin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang li her kesê kir ku rojên 3 û 7’ê Çileyê li Paytexta Fransa Parîsê beşdarî çalakiya protestokirina komkujiyên Parîsê û merasîma cenazeyan bibin.

Banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê wiha ye: “Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûnê de ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatin qetilkirin, merasîma cenaze wê were lidarxistin. Erkê her şoreşger û demokratan e ku bi beşdarbûna merasîma cenazeyan xwedî li şehîdên me derbikeve.

Yên ku di 23’ê Kanûnê de ev komkujiya faşîst pêk anîn û yên ku di sala 2013’an de hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, heman zihniyet û heman desthilatdariya faşîst e. Pir eşkere ye ku ev êrîşa ku li Enqereyê hat plankirin û pêk anîn ne tenê li hemberî gelê Kurd di heman demê de li hemberî hemû kesên ku xwedî li têkoşîna gelê Kurd derdikeve û piştgirî dide gelê Kurd, hatiye kirin. Ev êrîş li hemberî jin, ciwan û kedkaran hatiye kirin. Ev zilm bi têkoşîna hevgirtî raweste. Hesaba vê êrîşê wê têkoşîna me ya yekbûyî bipirse.

Em Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo hesap pirsîna vê komkujiyê û xwedî li derketina hevreyên xwe bang li hemû şoreşger, hêzên demokratîk dikin ku di 3’ê Çileya 2023’an de li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê bi aweyekî xurt beşdarî merasîma bîranîn û cenazeya Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bibin.

Her wiha em bang li hemû şoreşger û hêzên demokratîk dikin ku ji bo hesap pirsîna qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de hatin qetilkirin û ji bo ji dewleta Fransayê ku bi helwesta veşartina komkujiyê hevkariya xwe nîşan dide, daxwaz dawî anîna vê helwesta wê bikin, di 7’ê Çileyê de beşdarî meşa li Parîsê bibin.”