Cenazeyê Kurt ê li Geverê şehîd bûbû, piştî 7 salan hat radestkirin

Cenazeyê Aydin Kurt ê sala 2016’an li Geverê şehîd bûbû, piştî 7 salan radestê malbatê hat kirin. Dayika wî got ku ew ê heta xwîna xwe ya dawîn, li doza wî xwedî derbikeve.

Di salên 2015-2016’an de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeya derketine derve hatibû îlankirin. Ev qedexe di dîrokên cuda de li bajarên Gimgim, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûrê jî di nav de 7 bajar û 35 navçe bi qedexeyên hatibûn îlankirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê qedexeya derketina derve 5 caran hatibû îlankirin. Li navçeyê qedexeya herî dirêj ku 79 rojan dewam kiribû, di navbera 13'ê Adar û 31'ê Cotmeha 2016'an de hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de zêdetirî 90 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hin cenaze jî radestî malbatan nehatibû kirin.

Ji van cenazeyan yek jî yê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Aydin Kurt (Egîd Dildar) e. Piştî 7 salan cenazeyê Kurt radestî malbatê hat kirin. Hate zanîn ku encama xwîna malbatê ya DNA’yê derketiye û ew çûne Goristana Bêkesan ya li Erziromê cenazeyê kurê xwe werbigirin. Malbatê her wiha destnîşan kir ku wê cenaze bînin li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rêzanê ya Amedê veşêrin.

‘EZ Ê XWEDÎ LI DOZA WÎ DERBIKEVIM’

Dayika wî Peyrûze Kûrt bilêv kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne gelek caran xwîn daye û serlêdan kiriye lê tevî hemû serlêdanan jî bêencam mane. Kurt bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Ez gelek şad û kêfxweş im ku cenazeyê kurê xwe tînim Amedê. Ez kurê xwe tînim dikim rêheval û mêvanê Çiyager. Ez bawer im ku ev û doza wî ya ku nîvî maye wê bi hezaran Egîd bibin serî. Wê bi hezaran Egîd serê xwe bilind bikin û xwîna wî li erdê nahêlin. Hêviya min pir xurt û mezin e. Heta ku xwîn di canê min de hebe ez ê xwedî li doza wî derbikevim û vê dozê bimeşînim. Ez ê li ser şopa Egîdan bim. Ez 7 sal in li hestiyê Egîdê xwe digeriyam. Ji ber ku min îro Egîd dîtiye ez gelek kêfxweş im. Çawa ku ev 7 sal in min hêviya xwe winda nekir min heta cenazeyê kurê xwe dît, ez bawer dikim ku wê bi vê hêviyê Kurdistan jî azad bibe.”