Ji bo Kûrtay ê ku di êrîşên kîmyewî de şehîd bibû şîn hate danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) ê ku di êrîşa kîmyewî a dewleta Tirk de şehîd bibû, li Başakşehîra Stenbolê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) ê ku di êrîşa kîmyewî a dewleta Tirk de şehîd bibû, li Başakşehîra Stenbolê şîn hate danîn.
Dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê ên li Başûrê Kurdistanê li ser herêmên di bin kontrola gerîlayan de bi awayekî sîstematîk û giran çekên kîmyewî bi kar tîne.
HPG’ê ragihandibû ku di encama êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de 11 gerîla di 5’ê Mijdarê de şehîd bûne.
Ji bo yek ji wan gerîlayên bi navê Îsa Kûrtay (Sefkan Adar) li Başakşehîra Stenbolê şîn hate danîn.
Şîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Başakşehîrê hat danîn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Kesên Jiyana Xwe ji Destadane ya Anatolyayê (ANYAKAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MA TUHAYDER), xizmên girtiyan ên ku ji bo girtiyên nexweş Nobeda Edaletê digirin û endamên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê tevlî şînê bûn.
Di şînê de dirûşmeya "Bîji Serok Apo” hat berzkirin û sînevîzyona ku axaftinên Kûrtay û wêneyên gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê yên di êrişên çekên kîmyewî de şehîd bibûn hebûn hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê mewlûd hat xwendin û xwarin hat dayîn.