'Em ê kilîda komkujiyan jî, ya tecrîdê jî bişikînin'

Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Em ê kilîda komkujiyan jî, ya tecrîdê jî bişikînin' derket.

Hejmara 492'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Em ê kilîda komkujiyan jî, ya tecrîdê jî bişikînin' hate weşandin.

Di vê hejmarê de cih ji nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê 'Wezîfeyên jinûve avakirina modernîteya demokratîk' hatiye dayin.

Rojnameya Serxwebûnê di vê hejmarê de her wiha cih da nivîsa Dûran Kalkan a bi sernavê "Ji sala danheviyê ber bi sala serketinê ve". Dûran Kalkan di vê nivîsê de dibêje, "Ya ku sala 2022'an li Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar kir, şerê Zap, Avaşîn û Metînayê ye. Faşîzma AKP-MHP'ê xwest li Zap, Avaşîn û Metînayê gerîla bieciqîne, PKK'ê tasfiye bike û bi vê armancê êrîş kir. Êrîşa dagirkeriyê li hemberî berxwedana gerîla li bin ket."

Hêvî Nûda jî dibêje, "Rêberê me diyar kir ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinê û nakokiya esas3ı ya vê sedsalê jî nakokiya zayendî ye. Ne tenê ev tespît kir, di heman demê de çareserî û alternatîfa vê jî li ser bingeha Îdeolojiya Azadiya Jinê bi gelek projeyan destnîşan kir."

Hêlîn Umît jî têkildarî hilbijartinên ku wê di sala 2023'an de li Tirkiyeyê bêne kirin got, "Li şûna ku ji hinekan li benda çareseriyê bimîne, divê em çare û çareseriya xwe bi xwe biafirînin. Li ser vê bingehê divê em ji nirxên Tifaqa Azadî û Kedê temsîla wan dike bawer bikin û xwe bispêrin van nirxan."

Di vê hejmarê de nivîsa Alî Haydar Kaytan a li ser avabûn û pêşketina PKK'ê hat weşandin. 

Dûran Kalkan di nivîsa xwe ya bi naveroka 'roman-wêjeyê' de got, "Eger rast bê kirin, roman bi qasî gerîla amûreke kûrkirinê ye. Baş bê bikaranîn di asta gerîla de wê xizmetê ji guherîna kesayet û civkaê re bike."

Di vê hejmarê de nivîsa bi sernavê "Dem ew dem e ku bêyî ji komkujiyan re bê hiştin, em dîroka xwe bi xwe binivîsînin" ya Cemal Şerîk, nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî manîfestoya jiyaneke nû ya demokratîk e" ya Gulan Fehîm û nivîsa bi sernavê "Çavkaniya sansurê tecrîd e" ya Fîraz Garzan hatin weşandin.

Têkildarî Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî Sozdar Avesta bi sernavê "Em ê li ser şopa hevrê Evîn ber bi serketinê ve bimeşin" nivîsek amade kir.