ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kurdên li Moskowayê komkujiya li Parîsê protesto kirin
Kurdên li Moskovayê Komkujiya Parîsê protesto kirin û peyama mezinkirina têkoşînê dan. -
Ji bo Denîz Poyraz wê Nobeda Edaletê bê girtin
Serokên TBB'ê wê ji bo Denîz Poyraz a HDP'î li ber avahiya edliyeyê wê Nobeda Edaletê bigirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî wê tevlî çalakiyê bibe. -
Enternasyonal a Pêşverû piştgirî a gelê Kurd
Enternasyonal a Pêşverû qetilkirina 3 Kurdan a li Parîsê şermezar kir û piştgirî da gelê Kurd. -
Goksûngûr: Dewleta Fransayê ji ronîkirina komkujiyê berpirsyar e
Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr anî ziman ku bi Komkujiya Parîsê re êrîş li dijî berxwedana bi pêşengiya jinan hatiye kirin û got, Fransa berpirsyar e ku komkujiyê ronî bike. -
Calihan: Maf nayê dayin, em ê bistînin!
Ji dayikên xizmên girtiyan Zeynep Calihan, ku li Kadikoyê di çalakiya Nobeda Edaletê de bi êşkenceyê hate destgîrkirin, wiha axivî "Maf nayê dayin, em ê bistînin. Heta ku edalet bi cih were em ê nobeda xwe ya edaletê dewam bikin." -
Irmak: Tecrîd dewama komployê ye
Parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak got, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama siyaseta komploya navneteweyî ye. -
ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
MLKP: Qetlîama Parîsê bi destên MÎT’ê hatiye kirin
Komîteya Navendî ya MLKP’ê diyar kir ku qetlîama 23’yê Kanûnê pêk hat, ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin. -
Elewiyan daxwaza destûra bingehîn a nû kirin
Rêxistinên Elewiyan di Komcivîna Elewiyan a Mezin de ya li Stenbolê hate lidarxistin, daxwaza destûra bingehîn a nû ya li ser bingeha welatîbûna wekhev kirin. -
Milîsên Evîn Goyî yên HBDH'ê li Amedê çalakî kirin
Milîsên Evîn Goyî yên HBDH'ê ragihandin ku li Amedê agir berdan kargeha hevkarekî AKP'ê û îmha kirin. -
Rêxistinên Elewî di Komcivîna Mezin de li hev civiyan
Rêxistinên Elewî li Stenbolê di Komcivîna Mezin a Elewiyan de li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî baweriya xwe dan. -
Konferansa Mezin a 3'yemîn a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Ciwan wê tecrîdê bişikînin
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê konferansa xwe ya mezin a 3'yemîn pêk anî. Di konferansê de işaret bi girîngiya rêxistiniya ciwanan hate kirin û hate destnîşankirin ku hêza herî mezin a ku tecrîdê bişikîne, ciwan e. -
ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Beriya qetlîama li Parîsê, Altûn gef li Fransayê xwar
Derket holê ku Serokê Peywendiyan ê Serokkomariya Tirkiyeyê Altûn ku 20’ê Kanûnê li paneleke li ser têkiliya bi Fransayê re axivîye, gef li Fransayê xwarine. -
Komkujiya li Parîsê û qirkirina siyasî hat protestokirin
Komkujiya Parîsê û êrîşên qirkirina siyasî ya li dijî hemberî DBP’ê hat protestokirin û peyama “Kurd wê bêdeng nemînin” hat dayîn. -
Tîfaqa Ked û Azadiyê: Komkujiyeke plankirî ye
Tîfaqa Ked û Azadiyê qurbaniyên komkujiya Parîsê bi bîr anî û got, “Ev êrîş ne tenê cînayeteke ji ber nijadperestiyê ye. Ev êrîş hatiye plankirin û encamên wê hatine hesabkirin.” -
Balefireke biçek û bêmirov a dewleta Tirk li gundê Gir Siwarê da
Balefireke biçek û bêmirov a dewleta Tirk li gundê Gir Siwar a Tirbespiyê da. -
Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hate kirin
Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin kirin û di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş giran e. -
Saziyên Elewiyan ji bo qurbaniyên Mereşê li hev civiyan
Saziyên Elewiyan kesên li Mereşê hatin qetilkirin bibîr anîn û gotin, “Komkujî berdewam dikin.” -
Xizmên windakiriyan nerazîbûn nîşanî qetlîama li Parîsê dan
Li Amed û Êlihê di çalakiya xizmên windakiriyan de qetlîama li Parîsê hate protestokirin. -
HBDH: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
HBDH'ê got, "Em ê vê pergala xwînxwar hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin! Em ê hesabê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê bipirsin." -
NÇÊ: Li hemberî faşîzmê bibin yek
Navenda Çanda Êzdîxan (NÇÊ) êrîşa li Parîsê şermezar kir û bang li her kesê kir ku li hemberî faşîzmê bibin yek. -
Çalakiya bi kon ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Şengalê didome
Çalakiya bi kon ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanên Şengalê ve hatibû lidarxistin, dewam dike. -
Partî û saziyan êrîşa li Parîsê şermezar kirin
Partî û saziyan êrîşa li Parîsê şermezar kirin û ji bo geşkirina têkoşînê bang kirin. -
Nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne, hate eşkerekirin -HATE NÛKIRIN
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got “Em hevalên wan ên têkoşînê em ê xwedî li bîranîna van hevalên xwe derkevin û têkoşîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.”