MLKP: Qetlîama Parîsê bi destên MÎT’ê hatiye kirin

Komîteya Navendî ya MLKP’ê diyar kir ku qetlîama 23’yê Kanûnê pêk hat, ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin.

MLKP’ê têkildarî qetlîma 23’ê Kanûnê li Parîsê pêk hat daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger ku li çar aliyên Kurdistanê şerekê qirêj dike, ji bo qirkirina Kurdan û têkbirina têkoşîna neteweyî ya demokratîk bi xwînê, bi destên MÎT’ê qetlîamek li Ewropayê organîze kir.“

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Xuya ye ku kujer civîneke li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ji xwe re kiriye armanc. Ev qetlîam nîşaneyeke bibîrxistinê ye ku divê Kurdistanî, demokrat, welatparêz, koçberên şoreşger, refên xwe xurt bikin û bi biryardarî têbikoşin. Divê her kes ji xeteriyê haydar be.

Daxuyaniyên Dozgerê Parîsê û yên Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji bo veşartina navenda plankirina êrîşê û parastina rejîma Enqereyê û dîktatoriya Erdoganê îslamîst ê polîtîk ê faşîst in. Ev helwest dayîna der a mebesta tevgerîna bi faşîzmê re ya dewleta Fransî ye. Divê destûra vê neyê dayîn.“

Komîteya Navendî ya MLKP’ê ev tişt li daxuyaniyê zêde kirin:

1)           Çirîna perdeya veşartina qetlîama 23’yê Kanûna 2023’yan

2)           Eşkerekirina rastiyên qetlîama 9’ê Çileyê sala 2013’an

3)           Bidawîkirina girtina ser bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk a sermayedar li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê.

4)           Ji bo piştgiriya siyasî û leşkerî ya ji bo dagirkeriya rejîma şefîtiya faşîst a Erdogan li Rojava û Başûrê Kurdistanê tê dayîn, divê têkoşîneke bi biryar û encamgir têkoşîn bê kirin.“

MLKP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt destnîşankirin:

“Çîna Karker a Fransayê, ciwan û jin, gelên pêşverû yên Ewropayê, hêzên şoreşger, li dijî qetlîama bi navbeynkariya kiryarekê Fransî hat kirin, bila li qadan, li ber parlamentoyên neteweyî û herêmî dengê xwe bilind bike, ji bo dewletên Ewropayê dawî li hevkariya xwe ya bi xwîn û qirêj a rejîma Erdoganê îslamîst ê polîtîk ê faşîst ê piştgirê DAÎŞ’ê re bînin, em bang li hikûmet û partiyan dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.“