Kurdên li Moskowayê komkujiya li Parîsê protesto kirin

Kurdên li Moskovayê Komkujiya Parîsê protesto kirin û peyama mezinkirina têkoşînê dan.

Kurdistaniyên ku li Mala Kurdan a li Moskowayê hatin ba hev, Komkujiya Parîsê protesto kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Cûlîyeta Aram ve hate dayîn.

Aram diyar kir ku li pişt vê êrîşa xiyanetê dewleta Tirk a faşîst heye û hêzên komploya navneteweyî jî piştgiriyê didin. Aram destnîşan kir ku ev êrîşa hovane ne rasthatin bû û bal kişand ser qetîlkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û wiha got: “Li Parîsê li saziyeke Çanda Kurdan êrîşeke wiha pêk hat û ev êrîş di çarçoveya konsepta îmha û înkara li hember gelê Kurd pêk hatiye. Dewleta Tirk a faşîst ku bi tecrîda girankirî û çekên kîmyewî encam negirt, vê carê li navenda Ewropayê êrîşî Kurdên sivîl dike. Divê ev êrîşa tarî bê eşkerekirin û kujer bên cezakirin.”

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku mezinkirina têkoşînê wê bibe bersiva êrîşan û destnîşan kirin ku ew ê heta dawî xwedî li Rêbertî derbikevin.