Calihan: Maf nayê dayin, em ê bistînin!

Ji dayikên xizmên girtiyan Zeynep Calihan, ku li Kadikoyê di çalakiya Nobeda Edaletê de bi êşkenceyê hate destgîrkirin, wiha axivî "Maf nayê dayin, em ê bistînin. Heta ku edalet bi cih were em ê nobeda xwe ya edaletê dewam bikin."

Li navçeya Kadikoy a Stenbolê, ji bo işaret bi mirina li girtîgehên Tirkiyeyê û zêdebûna binpêkirina mafên mirovan bê kirin, kombûna fînalê ya Nobeda Edaletê hate lidarxistin. Ji xizmên girtiyên nexweş Zeynep Calihan a 60 salî di dema vê çalakiyê de bi lêdanê hate destgîrkirin. Calihan ku ji ber êşkenceya polîsan bedena wê şîn û reş bûye, gilî kir. Calihan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Calihan bi bîr xist ku dayikên girtiyan 11 meh in li Stenbolê li deverên cuda hewl dan ku dengê girtiyan bidin bihîstin, lê her carê hatin destgîrkirin û got, "Ji bo bibin dengê zarokên xwe yên girtî û girtiyên nexweş, ji bo daxwaza edaletê bikin em li hev kom bûn. Lê belê yên ku nikarin xwe li kombûna sê kesan rabigirin, her hefteyê em destgîr kirin."

'DU CARAN LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN Û LÊ DAN'

Calihan diyar kir ku nîşaneya şênber a vê xweranegirtinê li Kadikoyê di kombûna fînalê de rû da û got, 10 polîsên sivîl ên mêr ew li erdê dirêj kirin, berçavka wê şikandin û lê dan. Calihan ku çavê wê yê çepê, mil û lingên wê reş û şîn bûye, bi dewamî got, "Ya ku me yê bikira daxuyaniyek bû. Lê belê ji nişka ve dor li me girtin û li me dan. Du caran ez li erdê dirêj kirin û lê min dan. Bi mertalan lê dan. Bi kelepçekirinê em destgîr kirin. Li hundirê wesayita ku em xistinê jî bi pihîn û kulman êşkence li me kirin. Hin dayikên destê wan hatibû girêdan, ji ser hişê xwe çûn."

Calihan anî ziman ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hamîdiye Etfal a li Seyrantepeyê ew bi destkelepçekirî hatin mûayenekirin û got, "Dema me xwest kelepçe ji destê me bê derxistin, du doktorên li wê derê ku yek ji wan jin bû li ber rabûn û gotin, 'Wê kî me biparêze'. Me li bîra doktoran xist ku em mirov in û me qebûl nekir ku bi destkelepçekirî bêne mûayenekirin."

'NAVÊ WÎ TENÊ WEZÎRÊ EDALETÊ YE'

Calihan diyar kir ku li ber Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê bi saetan di hundirê wesayitê de hatin hiştin, piştî ku îfadeya wan hate girtin ew ji nexweşxaneyê hatin berdan û giliyê polîsan kir. Calihan ku keçeke wê nû hatiye berdan û keçeke wê hînê girtî ye wiha axivî: "Mirov li girtîgehan dimirin, lê belê deng ji kesî nayê. Desthilatdarî ji nedîtî ve tê. Wijdanê me dayikan li hemberî vê rewşê rehet nîne; her cara ku telefon lê dide em ditirsin ku agahiyeke nebaş bê û li hemberî vê bêdengiyê me dest bi nobeda edaletê kirin. Lê belê li şûna ku bihêlin em daxuyaniyekê bidin, hewl dan me bêdeng bikin. Em vê qebûl nakin. Tedawiya girtiyên nexweş li girtîgehan tê astengkirin, tevî ku cezayê wan qediya ye jî nayên berdan. Em li dijî vê bêhiqûqiyê daxwaza edaletê dikin. Eger zarokê Wezîrê Edaletê heye, li girtîgehên êşkence lê bihata kirin gelo wê çi bikira? Divê Wezîrekî Edaletê vê neke. Navê wî tenê Wezîrê Edaletê ye, tiştek ne xema wî ye."

'HETA KU EDALET BI CIH BÊ, EM Ê NOBEDA XWE DEWAM BIKIN'

Calihan bi bîr xist ku herdu keçên wê tenê ji ber ku di nava HDP'ê de siyaset kirin hatin girtin û anî ziman ku keça wê ya mezin a 11 salan li girtîgehê hate hiştin, nû hate berdan, lê keça wê ya din hîn jî girtî ye. Calihan ragihand ku wê heta bicihanîna edaletê têkoşîna xwe dewam bikin û careke din bang kir. Calihan got, "Timî dibêjin 'em xwişk û birayê hev in', na em xwişk û birayê hev nînin. Eger bi wî rengî bûya, wê zarokên me jî karîbûya xwe bi rengekî azad îfade bikira. Zarokên me çi kirine? Gelo dest avêtine hinekan, dizî kirine? Na, tenê siyaset kirine, ji bo mafên xwe têkoşiyane. Ez jî mafê xwe diparêzim û neçarim ku biparêzim. Ji ber ku kes maf nade me, em ê bistînin û heta dawiyê jî têbikoşin. Mîna Emîne Şenyaşar heta edalet bê em ê nobeda xwe ya edaletê dewam bikin."