ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên ku piştî Komkujiya Parîsê diqewimin wê bêne şopandin.

- Li gelek bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê wê li hemberî Komkujiya Parîsê çalakî bêne lidarxistin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşê wê bêne şopandin.

- Parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak got, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama siyaseta komploya navneteweyî ye.

- Ji dayikên xizmên girtiyan Zeynep Calihan, ku li Kadikoyê di çalakiya Nobeda Edaletê de bi êşkenceyê hate destgîrkirin, wiha axivî "Maf nayê dayin, em ê bistînin. Heta ku edalet bi cih were em ê nobeda xwe ya edaletê dewam bikin."

- Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr anî ziman ku bi Komkujiya Parîsê re êrîş li dijî berxwedana bi pêşengiya jinan hatiye kirin û got, Fransa berpirsyar e ku komkujiyê ronî bike.

- Enternasyonal a Pêşverû qetilkirina 3 Kurdan a li Parîsê şermezar kir û piştgirî da gelê Kurd.