Beriya qetlîama li Parîsê, Altûn gef li Fransayê xwar
Derket holê ku Serokê Peywendiyan ê Serokkomariya Tirkiyeyê Altûn ku 20’ê Kanûnê li paneleke li ser têkiliya bi Fransayê re axivîye, gef li Fransayê xwarine.
Derket holê ku Serokê Peywendiyan ê Serokkomariya Tirkiyeyê Altûn ku 20’ê Kanûnê li paneleke li ser têkiliya bi Fransayê re axivîye, gef li Fransayê xwarine.
Beriya Qetlîama Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an ku bi organîzekirina desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî Navenda Çanda Kurd hat kirin û sê aktîvîstên Kurd şehîd bûn, bi sê rojan gotinên Fahrettîn Altûn ê berdevkê rejîma Erdogan ku Fransa ji xwe re kir armanc, balkêş in.
Altûn ku 20’ê Kanûnê li paneleke bi navê “Têkiliyên Tirkiye-Fransayê: Fersend û Xwestina Meydanê Ji Hev Re’’ axivî, ev daxwaz kirin: “Em bi xemgînî dibînin ku PKK’yî li Fransayê ne. Tirkiye ji Fransayê ku hevpeymanê wê yê NATO’yê ye hêvî dike ku dawî li kar û xebatên PKK’ê û pêvekên wê bîne.’’
GEFA ‘HÛN Ê JÎ JÊ ZIRARÊ BIBÎNÎN’
Altûn, bi taybetî ji bo planên dewleta Tirk ê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza piştgiriyê ji Fransayê kir û bi gotina: “Em ê bi derfetên xwe li têkoşîna xwe dewam bikin” gef li Fransayê xwar. Altûnê ku wek “Wezîrê propagandayê’’ yê desthilata AKP-MHP’ê tê zanîn, bi van gotinan Fransa ji xwe re kir armanc:
“Lobiyên neyarên Tirkiyeyê yên li rojava yan jî kampanyayên dezenformasyonê yên rêxistinên terorîst ên wek PKK/YPG û FETO’yê jî potansiyela xwe ya zirarê bidin têkiliya navbeyna her du welatan û zirarê bide Fransayê heye. Divê têkiliyên Tirkiye-Fransayê, nebin bi qurbana hesabên ehdên siyasî yên demkurt ên rêxistinên terorê. Tirkiye piştgiriya ku heq dike nastîne. Ji wê boneyê em di bicihanîna hewcedariyên ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî û têkoşîna li dijî terorî de, bi biryar in ku bi hemû derfetên xwe dewam bikin.”