Enternasyonal a Pêşverû piştgirî a gelê Kurd
Enternasyonal a Pêşverû qetilkirina 3 Kurdan a li Parîsê şermezar kir û piştgirî da gelê Kurd.
Enternasyonal a Pêşverû qetilkirina 3 Kurdan a li Parîsê şermezar kir û piştgirî da gelê Kurd.
Bi navê saziyê daxuyaniyek hate dayin, komkujiya 2013'an a li dijî sê jinên Kurd hate bibîrxistin û hate gotin, "Dema ku mirov rabirdûya dema nêz didin ber çavan, tê dîtin ku êrîşa terorê ya roja Înê li dijî muxalefeta Kurdan hate kirin, zêdebûneke nû ya kampanya şerê fîzîkî û psîkolojîk ê li dijî Kurdan e."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîş di demeke welê de hate kirin ku gef û êrîşên Enqereyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û got, "jİ bo armanca kuştina van sê penaberan û şebekeya li pişt vê komkujiyê bê eşkerekirin, ji bo berpirsyarên van sûcên qirêj bêne darizandin û kuştinên kiryar nediyar ên ji vê sûîqestê heta bi qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bêne eşkerekirin, em dixwazin lêpirsîneke bi bandor û berfireh bê destpêkirin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd.