Milîsên Evîn Goyî yên HBDH'ê li Amedê çalakî kirin
Milîsên Evîn Goyî yên HBDH'ê ragihandin ku li Amedê agir berdan kargeha hevkarekî AKP'ê û îmha kirin.
Milîsên Evîn Goyî yên HBDH'ê ragihandin ku li Amedê agir berdan kargeha hevkarekî AKP'ê û îmha kirin.
Milîsên Evîn Goyî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan daxuyaniyek weşandin û gotin, "Em hesabê Komkujiya Parîsê ji AKP'ê dipirsin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Amedê çalakiyek kirine.
Li gorî daxuyaniyê, 23'ê Kanûna 2022'an saet di 23:00 de li navçeya Peyasê ya Amedê, kargeha hevkarê AKP'ê Mehmet Emîn Demîr ji aliyê milîsên wan ve hatiy şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî konsepta qirêj wê bi rengê şoreşgerî bersivê bidin û hate gotin, "Desthilatdariya faşîst li qadan, li febrîqeyan, zindanan, dibistanê, li Ewropa, li Rojava her roj êrîşan dike. Yekane zimanê ku desthilatdariya faşîst jê fêhm bike, pratîka çalakiyê ya HBDH'ê ye.
Hesabê sê şehîdên me yên hatin qetilkirin wê ji aliyê Milîsên HBDH'ê ve ji faşîzma AKP-MHP'ê bê pirsîn. Em ê bîranîn û armancên wan bi ser bixînin."