Xizmên windakiriyan nerazîbûn nîşanî qetlîama li Parîsê dan

Li Amed û Êlihê di çalakiya xizmên windakiriyan de qetlîama li Parîsê hate protestokirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amed û malbatên windakiriyan 724’emîn çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezana Amedê pêk anî. Malbatên ku wêneyên windakiriyan hilgirtin, li aqûbeta xwişk û birayên hev Ramazan û Hamîde Şarli yên piştî di 24’ê Kanûna 1993’yan de li gundê Karcikan Vank ê girêdayî navçeya Tetwana Bedlisê pirsîn.  

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ji aliyekî ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên darizandin têdikoşin, li aliyê din jî dibin şahidên binpêkirinên mafan ên nû û wiha got: “Duh mixabin di êrişa li dijî saziyeke Kurd a sivîl a li Parîsê de 3 Kurd hatin qetilkirin. Mixabin Kurd dîsa li welat li derveyî welat tên kuştin, qetilkirin, êşkencekirin û binpêkirinên mafan ên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Divê bûyer bi awayekî bi bandor bê lêkolînkirin, faîl, kes û saziyên têkildarî bûyerê derkevin holê.”

Guven, qala êrişa duh li dijî DBP’ê hate kirin û rûniştina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk a duh hate lidarxistin jî kir. 

Piştî axaftina Guven, Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka xwişk û birayên hev Ramazan û Hamîde Şarli yên piştî di 24’ê kanûna 1993’yan de li gundê Karcikan Vank ê girêdayî navçeya Tetwana Bedlisê hatin destgîrkirin û piştre agahî ji wan nehatiye stendin xwend.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate kirin. 

 ÊLIH 

Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê cara 560’emîn hatin kom bûn. Di daxuyaniya li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hate kirin de pankarta “Bila Windakirî Bên Dîtin, Faîl Bên Darizandin” hate vekirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin, yek ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Mehmet Akîf Akin çîroka Mahmut Kaya yê ku di 23’yê Kanûna 1980’an de li Qersê piştî hat destgîrkirin û piştre hat windakirin vegot. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.