Irmak: Tecrîd dewama komployê ye

Parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak got, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama siyaseta komploya navneteweyî ye.

Parlamentera berê ya HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza girtinê ya li hemberî HDP'ê û zextên li siyaseta Kurd têne kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Irmak anî ziman ku doza girtinê ya li dijî HDP'ê tê meşandin, hiqûqî nîne lê siyasî ye û destnîşan kir ku hikumeta AKP-MHP'ê ber bi hilblijartinê re dixwaze dengên muxafazakar neteweperest konsoldîde bike, ji bo şikandina hêza HDP'ê bi rêya dadgeriyê operasyonek kiriye.

DEWLET HÊZA RÊXISTINÎ YA KURDAN WEKE GEFEKÊ DIBÎNE

Irmak diyar kir ku hikumeta AKP-MHP'ê hewl dide guhertina rejîmê bide rûniştandin, êdî kodên mayindebûnê yê dewletê hatine guhertin û got, "Bêguman doza girtina HDP'ê û polîtîkaya şîdetê ya dema dawî giran bûye, divê tenê bi mijara hilbijartinê ve neyê girêdan. Bi esasî ev polîtîka li dijî gelê Kurd û hêzên muxalîf ên dest ji têkoşînê bernadin, serî natewînin û hêza xw ya rêxistinî her mezin dike, polîtîkayeke delwetê ya stratejîk û dîrokî ye. Têkoşîna rêxistinî ya Kurdan her ku mezin û bi sazî dibe, her ku bandora li ser siyaseta welêt zêde dibe, dewlet vê yekê ji bo xwe weke pirsgirêka mayindebûnê dibîne. Îrtîca, hêzên olî û rêxistinên muxafazakar êdî ji bo mayindebûna dewletê weke hêzên metirsîdar nayên dîtin. Hêza rêxistinî ya Kurdan weke metirsiyê tê dîtin."

DOZA GIRTINA HDP'Ê BÊ ENCAM E

Irmak destnîşan kir ku oprasyona girtina HDP'ê mîna operasyonên berê yên li dijî tevgerên siyasî yên Kurdan hatin kirin, wê bi ser nekeve û got, "Rastiya ku dewlet û desthilatdariya Komara Tirkiyeyê nabîne ev rastî ye. Rastiya gelekî heye ku ji aliyê partiyan ve hatiye birêxistinkirin. Partî hene ku bi hêza gel jinûve hatine avakirin. Hûn karin partiyan bigirin, lê belê nikarin gel bigirin. Eger gelekî welê hebe ku serî natewîne, hûn hingî ti carî nikarin beralî bikin. Ev soz bê encam e. Siyasî ye. Lîstikeke zexel e. Ev hesabê qirêj ê careke din ji aliyê gel ve tê têkbirin."

DEWLET NEÇAR E KU LI DANÛSTANDINÊN BI ABDULLAH OCALAN RE VEGERE

Irmak ragihand ku bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtina HDP'ê re çareseriya pirsgirêka Kurd nikare bê nixumandin û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1993'an ji bo çareseriya aştiyane û bi rûmet a pirsgirêka Kurd maseya danûstandinê destnîşan kir. Selma Irmak diyar kir ku ji bilî vegera li danûstandinan şansekî din ê dewletê nîne û got, "Mîna ku raya giştî jî ji nêz ve zane, gelek caran ji bo agirbestê bang kir û xwest danûstandinê bide destpêkirin. Lê belê her carê ji ber ku dewletê dest ji rêbazên leşkerî berneda û bi polîtîkayên şîdetê bersiv da, pêvajoya danûstandinan têk çû. Li ti devera cîhanê pirsgirêkên li herêmên bi şer, bi polîtîkayên tundiyê û rêbazên leşkerî nehatine çareserkirin. Çareserî timî li dora maseyê û bi danûstandinan bûye. Pirsgirêka kurd êdî di asta danûstandinan de ye. Ev pêvajoyeke û bê astengkirin jî wê pêk were. Dewlet êdî neçar e bibîne ku bi polîtîkayên şîdetê, bi bêhiqûqiyê, qirkirinê reşkirinê û qetilkirinê nikare vê pirsgirêkê biqedîne."

TECRÎDA LI SER RÊBERÊ GELÊ KURD POLÎTÎKAYEKE NAVNETEWEYÎ YE

Irmak anî ziman ku tecrîda 24 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayeke şîdetê ya dewletê ye ku xwe nade ber çareseriyê û wiha dewam kir, "Çawa ku Birêz Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin, şîdeta bêperwa ya îro di mijara pirsgirêka Kurd de tê kirin, tecrîda li ser Birêz Ocalan jî heman polîtîkaya navneteweyî ye. Eger saziyeke sivîl a mîna CPT jî wezîfeya xwe ya ji bo şopandina kiryarên xerab û êşkenceyê bi cih nîne û li gorî destûra Tirkiyeyê tevdigere, ev yek rewşa metirsîdar a pirsgirêkê radixe pêş çavan."

TECRÎDKIRINA OCALAN TECRÎDKIRINA GELÊ KURD E

Irmak bi bîr xist ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nekarîn piştrast bikin ku heyeta CPT a çû Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî re hevdîtin pêk aniye yan na û got, "Ev agahî hêjayî piştrastkirinê ye. Ev daxuyaniya CPT li nava raya giştî ya Kurdan bû sedema fikar û gumanan. CPT û saziyên mîna wê jî zanin ku ev tecrîd hiqûqî nîne, her wiha cezayên dîsîplînê yên ji rêzê nîne. Ev tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li dijî aştiya bi rûmet a navbear gelên Tirkiyeyê, li dijî çareseriya siyasî û demokratîk e, li dijî gel e. Û bêguman biryareke siyasî ye. Gelê Kurd li her devera cîhanê li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan bi rengekî mafdar nerazîbûnê nîşan dide û li dijî polîtîkayên tundî û neçareseriyê yên dewletê serî natewîne, li ber xwe dide."