NÇÊ: Li hemberî faşîzmê bibin yek

Navenda Çanda Êzdîxan (NÇÊ) êrîşa li Parîsê şermezar kir û bang li her kesê kir ku li hemberî faşîzmê bibin yek.

Navenda Çanda Êzdîxan (NÇÊ) têkildarî êrîşa çekdarî ya li Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li her kesê û bi taybet hunermedan kir ku li hemberî faşîzmê bibin yek.

Di daxuyaniya NÇÊ’ê de wiha hate gotin:

“Êrişa ku li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê û dikandarên Kurd hat kirin, xeleka dawîn a qetlîamên dewleta Tirk a faşîst e. Di vê êrîşa hovane de, hevalê me hunermendê kedkar Mîr Perwer, hate qetilkirin.

Em Navenda Çanda Êzdîxan soza xwe ji bo hemû pakrewanan dubare dikin. Em ê heta dawî şopdarê tekoşîne hevalên xwe bin.”

NÇÊ’ê bang li gelê Kurd û dostên xwe û bi taybet li hunermend û ciwanan kir ku li hemberî faşîzmê bibin yek.