Ji bo Denîz Poyraz wê Nobeda Edaletê bê girtin

Serokên TBB'ê wê ji bo Denîz Poyraz a HDP'î li ber avahiya edliyeyê wê Nobeda Edaletê bigirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî wê tevlî çalakiyê bibe.

Têkildarî Onûr Gencer ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kir, rûniştina 7'an a dozê wê sibe pêk were. Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û serokên baroyan, wê ji bo Poyraz îro li ber avahiya edliyeyê Nobeda Edaletê bigirin.

Çalakî wê saet di 13:00 de li ber deriyê Bloka C a Edliyeya Îzmîrê pêk were. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û nûnerên rêxistinên civakî jî wê tevlî çalakiyê bibin.