Partî û saziyan êrîşa li Parîsê şermezar kirin

Partî û saziyan êrîşa li Parîsê şermezar kirin û ji bo geşkirina têkoşînê bang kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) têkîldarî êrîşa çekdarî ya li Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê 3 jinên Kurd hatin qetilkirin, îro jî careke din dewleta Tirk bi hevkariya Fransayê re 3 Kurd qetil kiriye.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“9'ê Çileya 2013'an li Parîsê 3 legerînvanên azadiyê Sara, Rojbîn, Ronahî hatin qetilkirin. Rexmê ku komkujî bi fermana hikûmeta AKP-MHP’ê hate kirin, dewleta Fransa kujerên komkujiyê eşkere nekir û xwest hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre.

Îro di 10’emîn salvegera qetlîama 9’ê Çileyê careke din li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê dewleta Fransayê ve li hemberî gelê Kurd êrîşeke din hate kirin û di vê êrîşê de jî 3 Kurd hatin qetîlkirin.

Dewleta Fransa weke di komkujiya yekem ya Parîsê de, dîsa hewl dide komkujiya duyem a Parîsê veşêre. Dewleta Tirk ku li hemberî Tevgera Azadî û berxwedana gerîlayan têk diçe, di kesayeta jinên Kurd de, jinên ku tekoşîna azadiyê didin hedef digire. Hikûmeta Erdogan çawa ku di her alî de piştgirî da çeteyên DAÎŞ’ê, berê wan da Şengalê û di dîlgirtina jinên Êzidî de rol lîst, îro jî li her deverê bi çeteyên DAÎŞ’ê re jinên ku tekoşîna azadiyê didin meşandin hedef digire.

Di pêvajoyeke ku tekoşîna jinê bi dirûşme ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro li tevahî cîhanê di bin felsefeya Serok Apo bilind bûye de, em vê êrîşa hovane şermezar dikin.”

FEDERASYONA ELEWIYAN

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî got, "Vê qetlîamê nîşanî me da ku dewleta Tirk di asîmîlasyon, komkujî û qirkirina çandî ya li dijî Kurd, Elewî û mûxalîfan de israr dike.

Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî desthilatdariya yekparêz, nîjadperest û înkarker AKP-MHP'ê ku komkujî û qirkirinê li ser gel û baweriyên me ferz dike, bibin yek. Li dijî zilmê îro roja hevgirtin û têkoşînê ye.”

HEVSEROKÊN HDP’Ê

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar gotin, "Em bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşa hovane ya li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de 3 Kurd hatine qetilkirin û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin, em ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Hevserokan ji rayedarên Fransayê xwestin ku bila sûcdaran eşkere bikin û agahiyên zelal bidin raya giştî.