Komkujiya li Parîsê û qirkirina siyasî hat protestokirin

Komkujiya Parîsê û êrîşên qirkirina siyasî ya li dijî hemberî DBP’ê hat protestokirin û peyama “Kurd wê bêdeng nemînin” hat dayîn.

Duh di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî DBP’ê da destpêkirin, polîsan bi ser avahiyên DBP’ê yên 9 bajaran de girt. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û hevserokên bajaran hatin destgîrkirin. Di van kêliyên ku operasyona li dijî DBP’ê dihat şermezarkirin, agahiya êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê belav bû. Di êrîşê de 3 welatiyên Kurd hatin qetilkirin û sê welatî jî birîndar bûn.

Rêxistinên HDP’ê û saziyên sivîl qetlîama li Parîsê û operasyona li dijî DBP’ê bi daxuyaniyan şermezar kirin.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’ê ya Geverê operasyona li djî DBP’ê û Qetlîama Parîsê protesto kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku bi sed salan e li dijî gelê Kurd polîtîkayên komkujiyê tên kirin û duh li Parîsê qetlîamek li qetlîamên ser Kurdan zêde bûye. Dede da zanîn ku qetlîam bi zanebûn hatiye kirin û xwest her kes li ber vê qetlîamê rabe.

Dede operasyona qirkirina siyasî ya li dijî DBP’ê jî şermezar kir û got ku sedema vê operasyonê ew e ku tê xwestin Kurdan derveyî siyasetê bên hiştin.  

Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî daxuyanî da û Hevserokê HDP’a Bajêr Lokman Ozdemîr diyar kir ku her roja ku diçe zext û qetlîam li ser gelê Kurd zêde dibin û ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.

WAN

Navenda Çand û Hunerê ya Aryen a Wanê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û qetlîama li Parîsê şermezar kir. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Muzîkjen Baran Sari axivî û bang li hikumeta Faransayê kir ku kujeran derxe holê. Sari anî ziman ku hêzên tarî dixwazin gelê Kurd tune bikin û ji vê qetlîamê jî tê fêmkirin ku hêzên tarî carek din dixwazin çand, ziman, huner û hebûna Kurdan tune bikin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de stranek ku hunermend Mîr Perwer digot, hat strandin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li ber avahiya xwe qetlîama li Parîsê şermezar kir. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca, Huseyîn Kaçmaz, Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Navenda Çanda Biharê, ARÎ-DER, Hevşaredarên Êlihê yên qeyûm tayînî şûna wan hatiye krin, rêveberên HDP, DBP û gelek kes tevlî bûn.  

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca qetlîamê şermezar kir û got: “Heke qetilkirina 3 jinên Kurd a 10 sal berê bihata ronîkirin, wê îro ev qetlîam pêk nehata. Qetlîama ji aliyê Omer Guney di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat nehat ronîkirin. Heke di destê wî de agahiyên MÎT’ê dane wî nebûna nikaribû qetlîamê pêk bîne. Îro li her derî li dijî Kurdan suikast tên kirin. Li Rojava, li Silêmaniyê Kurdan dikin hedef. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo her tiştî daxuyanî dide, hê ji bo vê qetlîamê daxuyanî nedaye. Ji bo sê welatiyên Kurd çima daxuyanî nade? Nexwê rijandina xwîna Kurdan we kêfxweş dike. Lewma divê bi hemû awayî qetlîam were ronîkirin. Çi li dinyayê diqewime, Kurd dibin hedef û bazar. Kurd bêdeng nebûn û wê ji niha şûn ve jî nebin. Ji ronîkirina qetlîamê hikûmeta Fransayê berprisiyar e.”

HATAY

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îksenderûnê jî li ber avahiya xwe operasyona li dijî DBP’ê û Qetlîama Parîsê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn daxuyanî da û got her ku desthilatdarî têk diçe êrîşî Kurdan dike û divê êrîş û qetlîamên li dijî Kurdan bi dawî bibin.