HBDH: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
HBDH'ê got, "Em ê vê pergala xwînxwar hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin! Em ê hesabê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê bipirsin."
HBDH'ê got, "Em ê vê pergala xwînxwar hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin! Em ê hesabê komkujiyên Mereş, Roboskî û Parîsê bipirsin."
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî komkujiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujiya Mereşê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an, Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an û Komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûna 2022'an... Her çend rojên qewimîna wan cuda bin jî, kiryar yek e. Armanca van komkujiyên di meha Kanûnê de pêk hatine ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst a xwe li ser polîtîkayên mêtîngerî, qirkirin, komkujî, talan û zextê xwe avakiriye, yek in. Dixwazin têkoşîna gelê bindestan bitepisînin û çavê gelê Kurd û Elewî bitirsînin. Ev hişmendî îro hê berfirehtir tê domandin. Êrîşên kîmyewî yên li hemberî qadên gerîla nîşaneya vê yekê ye. Gelê ku bi daxwazên herî biçûk ên demokratîk û mafan têdikoşin rastî polîtîkayên zext û çavtirsandinê tên. "
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Komkujiya Mereşê ya ku di Kanûna 1978'an de pêk hat, navê çînên serdest ên Tirk bû ku li hemberî berxwedana civakî ya wê demê bilind dibû. Desthilatdarên Tirk ên ku nedikarîn krîza li welat bi rê ve bibin, li hemberî bilindbûna dengê girseya gel, nakokiyên di nava civakê de, veguherandin amûrekî komkujiyê. Di wê demê de desthilatdariya faşîst a ‘çep’ a ku bi maskeya ‘Karaoglan’ derket pêş, rastiya dewleta Tirk neguherand. Senaryoya qetlîamê ya ku li hemberî kûrbûna krîzê gav bi gav hatibû destpêkirin, ji aliyê dewletê bi xwe ve hat tetbîqkirin. Her çend li gorî daneyên fermî di vê qetlîamê de 120 Kurdên Elewî hatin kuştin jî, tê zanîn ku hejmara rastîn zêdetir e. Bi sedan kes birîndar bûn, mal û kargeh hatin xerakirin. Derbeya Leşkerî ya 80’î ku li dû wê hat, hat wê wateyê ku qetlîamên Mereşê li tevahiya welêt belav bûn. Li ser vê bingehê dewleta Tirk bi rêbazên herî hovane darbeya 80’î pêk anî û dînamîkek çewisandina civakî afirand ku wê bi nifşan bidome.
Tevî van hemû pêvajoyên zextan, pêngavên vejîn û azadiyê yên li Kurdistanê û berxwedanên komên şoreşger, dewleta Tirk kir nava lêgerînên komkujiyên nû. Li hemberî zêdebûna daxwazên azadiyê û şiyarbûna neteweyî ya li Kurdistanê, bêyî ku sivîl û gerîla ji hev veqetîne, komkujiyeke nû li komkujiyên Komara Tirk hate zêdekirin. Di 28'ê Kanûnê de li ser xeta ‘sînor’ a Komara Tirkiyeyê 34 zarokên gelê Kurd bi balafiran hatin bombekirin. Fermana vê komkujiyê Erdogan bi xwe daye. Bi komkujiya Roboskî re hewl hat dayîn ku daxwazên azadî û demokrasiyê yên neteweya Kurd biçewsînin. Li hemberî vê qetlîamê gelê Kurd helwesta xwe nîşan daye û xwedî li têkoşîna neteweyî derketiye. Dewlet nekarî pêşî li tevgera ku li Kurdistanê pêş ketiye bigire û neteweya Kurd tevî DAÎŞ û piştevanê wê dewleta Tirk di serdema pêş de bi Şoreşa Rojava re karîbû mafên xwe yên netewî yên demokratîk bi dest bixe.
Herî dawî jî komkujiya ku di rojên derbasbûyî de pêk hat wê weke Komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûnê di bîra me de bimîne. Di encama vê êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de 3 Kurdên bi navê Emîne Kara (Evîn), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn. Ev êrîşa ku bi destê dewleta Tirk pêk hat, tê wateya êrîşa li dijî gelê Kurd, têkoşîna wê yê azadiyê û hemû hêzên şoreşger ên yekbûyî ye. Komara Tirk a ku di polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê de têk çû, êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd û bindestan li Tirkiye û Kurdistanê pêk tîne vê carê derbasî Ewropayê kir. Hewl dide li her qadê peyama 'komkujiyê' bide tevahiya gelan. Mîna qetilkirina hevrê Fîdan, Leyla û Sakîneyan a sala 2013'an li Parîsê, ev yek îfadeyeke ku êrîşên li dijî gelê Kurd û şoreşgeran wê zêde bibin, bikaranîna çeka kîmyewî ya li dijî gerîla wê bidome û polîtîkayên dagirkeriyê dê berdewam bike. Şoreşa me ya yekbûyî, gelê Kurd û hemû bindestan wê hesabê van hemû êrîşan bipirse. Wê hesabê vê komkujiyê jî bipirsin.
'EV SERDEM WÊ BI VÎ RENGÎ NEMEŞE'
Komkujiyên Kanûnê tenê parçeyek ji dîroka qetlîamên Komara Tirkiyeyê ye. Li hemberî vê jî berxwedana dînamîkên şoreşger û demokratîk û welatparêzî sembolîze dike. Îro jî em di serdemekî re derbas dibin ku çînên desthilatdar ên Tirk dîsa ji ber nikarin welat bi rê ve bibin ketine nava krîzê û hêrsa gel li hemberî vê krîzê zêde dibe. Dewlet tinekirina gerîla û xeniqandina Şoreşa Rojava ji bo derbaskirina krîzên aborî, siyasî û civakî weke rizgariya xwe dibîne. Komara Tirk a faşîst a ku li hember berxwedana gerîla de têk çû, berê xwe da Rojava. Krîz kûr e, êrîşên dewletê zêde û dijwartir dibin. Di vê çarçoveyê de senaryoyên nû yên qetlîamê li pêşiya komara Tirk e. Îro em şahid in ku dewletê êrîşên xwe li her qadê zêde kiriye. Di şexsê hêzên şoreşger ên yekbûyî de hemû gelên bindest xistiye hedefa xwe. Her tax, qad û kolana welêt; hemû qadên hilberînê yên Komara Tirk a faşîst ji bo me qadên têkoşînê ne.
Ev serdem bi vî rengî naçe, bindest êdî serî li ber zilmê natewînin. Têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî ji faşîzmê hesab xwest û wê bixwaze. Em bang li hemû şoreşgerên ku hesabê Komkujiya Mereş, Roboskî û Parîsê dixwazin û bang li tevahî gelan dikin ku li dijî êrîşan xelekên parastinê ava bikin û têkoşînê bilind bikin. Em ê Têkoşîna Şoreşa Yekbûyî ya Gelan mezin bikin. Em ê vê pergala bi xwîn hilweşînin û azadiya xwe bi dest bixin."