Elewiyan daxwaza destûra bingehîn a nû kirin
Rêxistinên Elewiyan di Komcivîna Elewiyan a Mezin de ya li Stenbolê hate lidarxistin, daxwaza destûra bingehîn a nû ya li ser bingeha welatîbûna wekhev kirin.
Rêxistinên Elewiyan di Komcivîna Elewiyan a Mezin de ya li Stenbolê hate lidarxistin, daxwaza destûra bingehîn a nû ya li ser bingeha welatîbûna wekhev kirin.
'Komcivîna Elewiyan a Mezin' ji aliyê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Çandê ya Elewiyan (AKD), Weqfa Çandê ya Anatoliyê ya Haci Bektaşî Velî (HBVAKV) û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK) ve hate lidarxistin.
Komcivîn weke nerazîbûne li hemberî avakirina Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî Bektaşî hate lidarxistin ku ev 'Serokatî' bi biryara Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di bin sîwana Wezareta Çand û Tûrîzmê de hate avakirin.
Bi hezaran kes tevlî komcivînê bûn. Piştî axaftin û nirxandinan deklarasyon hate eşkerekirin.
DEKLARASYON
Di deklarasyonê de hat gotin, li Tirkiyeyê sepanên yekperest û senteza tirk-îslamê li her qadên jiyanê didomin û desthilatdar bi mekanîzmaya zextê ya civakî û polîtîk hîn bêhtir sazûman dike.
Rêxistinên Elewiyan di deklarasyonê de nerazîbûn nîşanî polîtîkaya necezakirinê, tundiya li dijî jinan, bêedaletiya di parvekirina dahatê de, neçareserkirin pirsgirêka Kurd, polîtîkayên zext û pişaftinê dan û gotin, bi qedexe û sepanên keyfî welêt mîna girtîgehê bûye.
DAXWAZÊN RÊXISTINÊN ELEWIYAN
Di deklarasyonê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
"* Bila statûya îbadetxaneyê ya cemxaneyan were qebûlkirin, hemû mafên ji ber vê statûyê werin naskirin, dergeh û cihên me yên ku hatine desteserkirin bila dîsa li me vegerînin û qanûnên li dijî me hatine derxistin bên betalkirin.
* Bila dersên olê yên mecbûrî ku li tevahiya civakê tê ferzkirin êdî mecbûrî nebin û pergala perwerdeyê ne pergala olî be.
* Divê Wezareta Karên Diyanetê dev ji hewldanên xwe yên domînekirina tevahiya civakê berde, di mijara pirsgirêkên me yên siyasî yên bingehîn de divê êdî li ser navê me neaxive û ji bo tasfiyekirina vê wezaretê gav bên avêtin.
* Divê çavkanî û kadroyên cemaweriyê li gorî rêgezên liyaqet, edalet û wekheviyê bên parvekirin û di serî de Elewî, divê cihêkariyê neyînî ya li dijî hemû beşên din ên civakê bê bidawîkirin.
* Bila Madimak bibe muzeya şermê.
* Ji bo ku sûcên nefretê yên li dijî Elewiyan bên teşhîrkirin û pêşîlêgirtina van sûcan hewce ye tevdîrên pêwîst ên hiqûqî bên girtin.
* Divê bi qirkirin û komkujiyên li dijî Elewiyan hatine kirin û sepanên pişaftinê re hevrû bibin
* Divê dawî li hewldanên talan, wêran û desteserkirina deverên me yên pîroz û erdnîgariya me bînin.
* Êdî divê navên cihên Elewiyan neyên guherandin û navên hatin guherandin jî dîsa lê werin vegerandin.
* Bila rojên ku di baweriya Elewiyan de pîroz bibin rojên betlaneya fermî.
* Ji bo cihêkariya di qada cemaweriyê de bi dawî bibe, hewceya li ser bingeha hemwelatiya wekhev destûreke bingehîn a nû were amadekirin û daxwazên xwe li vir dîsa radigihînin."