Tîfaqa Ked û Azadiyê: Komkujiyeke plankirî ye
Tîfaqa Ked û Azadiyê qurbaniyên komkujiya Parîsê bi bîr anî û got, “Ev êrîş ne tenê cînayeteke ji ber nijadperestiyê ye. Ev êrîş hatiye plankirin û encamên wê hatine hesabkirin.”
Tîfaqa Ked û Azadiyê qurbaniyên komkujiya Parîsê bi bîr anî û got, “Ev êrîş ne tenê cînayeteke ji ber nijadperestiyê ye. Ev êrîş hatiye plankirin û encamên wê hatine hesabkirin.”
Tifaqa Ked û Azadiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi hezaran kesên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve bi cezayên giran hatine cezakirin, bi taybet di van salên dawî de neçar man derkevin derveyî welêt. Li welatên ku diçin ewlehiya jiyana wan nayê temînkirin û li ser wan êrîş tên kirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji ber ku di komkujiya 2013’an de kujerên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan nehatin eşkerekirin, ev yek bû sedema komkujiyeke nû. Ev êrîş ne tenê cînayeteke ji ber nijadperestiyê ye. Mirov nikare vê komkujiya organîzekirî weke çalakiyeke kesekî tenê bibîne. Berpirsiyariya dewleta Fransa ye ku êrîşa li dijî kargehên Kurdan û Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi hemû girêdanbûnên xwe eşkere bike.
Em daxwaz dikin ku hemû girseyên civakî û bi taybet hêzên şoreşger û demokratîk ên li Ewropayê ji bo ronîkirina vê bûyerê hesasiyeta pêwîst nîşan bidin. Em ji malbatên hemû hevalên xwe yên ku jiyana xwe ji dest danê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”